Ji bo Amedê û bajarên derdora wê hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji bo Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn û Sêrtê hişyariya barana gur da.
Navenda Pêşbînî û Hişyariyê ya Herêma Amedê ya Birêvebiriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê der barê rewşa hewayê agahî dan.
Hat gotin ku îro ji danê êvarê pê ve, li navenda Amedê û Êlihê û navçeyên wan, li Siwêreg, Curnê Reş û Wêranşarê yên navçeyên Rihayê, li Stwer, Dêrîk û Şemrexê yên navçeyên Mêrdînê, li Şîrwan, Hewêl, Misir û Tiloyê yên navçeyên Sêrtê barana gur û dem demî jî tavî tê pêşbînîkirin.
Li hemberî lehî, birûsk, bayê xurt û astengiya di hatin û çûyînê de hişyarî hat dayîn ku welatî hişyar bin.