Bavê Rojîn Kabaîşê: Ji destpêkê ve diyar bû ku kuştin e
Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Rojînê Nizamettîn Kabaîş, li ser Rapora Bijîşkiya Dadî ya ku li ser laşê Rojîn Kabaîşê DNAya du mêran tesbît kiriye got, “Ji destpêkê ve diyar bû ku kuştin e.”
Rapora Saziya Bijîşkiya Dadî (ATK) ya li ser mirina xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê ku dihat çaverêkirin, 10ê Çiriya Pêşîn a 2025 ket dosyeyê.
Li gorî raporê, li ser sîng û di nav vajînaya Rojîn Kabaîşê de DNAya du mêrên cuda hatiye dîtin.
Parêzerên baroyên Wan û Amedê li ser bingeha agahiyên di raporê de diyar kir ku îhtimal heye Rojîn Kabaîş rastî êrişa zayendî hatibe.
Parêzerên baroyên Wan û Amedê doh civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û rapor bi raya giştî re parve kir.
“Kê kir? Kê hewl da delîlan reş bike?”
Bavê Rojîn Kabaîşê Nizamettîn Kabaîş jî rapor nirxand.
Nizamettîn Kabaîş tekez kir ku wî ji destpêkê ve gotiye ku ne mimkin e keça wî xwe kuştibe û ew bûye qurbana cinayetekê.
Nizamettîn Kabaîş ji DHAyê re wiha axivî:
“Ji destpêkê ve diyar bû ku kuştin e. Êdî eşkere bû ku DNA bi awayekî cidî ne ji ber destlêdaneke asayî ye.
Li ser laşê Rojînê DNAya du mêran heye. Dibêje; 'Min du kes tesbît kirin. Ev her du kes kujer in, hûn jî wan bigirin û cezayê herî giran bidin wan.'
Em gelekî diêşin. Ji doh ve xew neketiye çavê min. Ez di rewşeke gelekî xerab de me.
Kê kir? Kê hewl da delîlan reş bike? Kê hewl da serê wê bigire?
Bi izna Xwedê dê her tişt derkeve holê û em dê hinekî bêhna xwe vedin.
Ji me re gotin ku xwe kuştiye. Wekî ‘di avê de fetisînê’ qebûl kirin lê ne wisa ye. Ez ketim gumanê.
Tam tiştê ku min got derket. Wan hewl da serê wê (mijarê) bigirin lê ez wekî bavekî dê têbikoşim, ez dev ji têkoşîna xwe bernadim.
Eger pêwîst bike ez dê dîsa biçim Enqereyê. Em dê bi dayika wê re biçin serokkomariyê.
Heta ku ew kujer bên girtin û cezayê xwe bikişînin em ranawestin, em dê têkoşîna xwe bidomînin.
Ji ber ku kezeba me şewitiye. Bifikire ku perçeyek ji laşê te kêm bûye. Destê te hatiye jêkirin, lingê te hatiye jêkirin.
Em niha bê dest û bê ling digerin. Perçeyek ji laşê me kêm bûye. Lê hatiye kuştin. Bi zilmeke mezin çû.
Em di rewşeke xerab de ne. Heq, hiqûq, edalet çi be bila edalet cihê xwe bibîne. Bila sûcdar jî cezayê xwe bikişînin.
Xeyalên Rojînê nîvco man. Bila yên ku ev wehşet li keça min kiriye bigirin. Cezayê herî giran çi be bila bidin wan.
Ez dev ji canê xwe berdidim, heta ku ev kujer bên girtin ez dê têbikoşim. Çi hat serê Rojînê? Kê çi kir?
Me tim diçû û ji dozgerî, ewlehî û rektoriyê dipirsî. Ev cara 17an e ez diçim Wanê. Em dipirsin lê bersiv tune.
Çi hat serê Rojînê? Nikarin bersiva me bidin. Bi izna Xwedê dê ev kuştin derkeve holê û ronî bibe.
Ew kujer jî dê bên girtin. Bi min be bila îdam li wan were birîn. Ji ber ku eger îdam li wan neyê birîn dê Rojînên din jî biçin. Dê jinên din jî biçin.”
Di raporê de çi tê nivîsandin?
Di rapora ku ji aliyê Serokatiya Saziya Tiba Dadî ve hatiye amadekirin û ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê re hatiye şandin de, ev tişt hatine gotin:
"Tê pirsîn ku tîpên DNAyên cuda yên nêr ên ku bi DNAya meqtûlê re tevlihev bûne ji kîjan beşên laşê meqtûlê hatine girtin. Di lêkolînan de hatiye xwendin ku ew 2 mînakên ekûvyonê yên navborî li herêmên sternal (hestiyê sîngê) û hundirê vajînayê ne."