Li Riha û Mêrdînê qeza: 24 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û navçeya Sêweregê ya Rihayê di du qezayên cuda yên trafîkê de bi giştî 24 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa 3 ji birîndaran giran e.

Li Şemrexê du kamyonet li hev qelibîn

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê kamyonetek ku karkerên çandiniyê vediguhast û kamyoneke din li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa 3 ji birîndaran dijwar e.

Li Sêweregê jî 3 otomobîl li hev qelibîn

Herwiha li ser rêya Amed-Sêweregê jî 3 otomobîl li hev qelibîn.

Di vê qezayê de jî 10 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku tîmên tendursitiyê birîndarên her du qezayan veguhastin nexweşxaneyan û dermankirina wan didome.