Li Urmiyeyê di 24 saetan de 4 qeza: 2 mirî û 10 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 saetên borî de 4 qezayên trafîkê çêbûn, 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Yek ji qezayan şeva şemiyê, li ser rêya Pîranşar-Nexedeyê di navbera barhilgirek û otobusekê de çêbû.
Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî ragihand, "Qeza tund bû û di encamê de 5 kes birîndar bûn."
Her wiha li nêzîkî gundê Xirapê yê Pîranşarê, otomobîlek û motorsîkletek li hev qelibîn û agir bi motorsîkletê.
Welatiyekî ji Rûdawê re anî ziman:
"Navê ajokarê motorsîkletê Eyûb Ofte ye û xelkê gundê Xirapê ye.
Di qezayê de bi giranî birîndar bû û piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê canê xwe ji dest da."
Li ser rêya Şino-Urmiyeyê jî pîkapek wergeriya û kete newalekê.
Hemîd Mehbûbî da zanîn ku di encamê de kesek mir û kes jî birîndar bû û tîmên wan ew birin nexweşxaneyê.
Di heman demê de li ser rêya Şino-Urmiyeyê, 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 4 rêwiyên her du otomobîlan birîndar bûn.
Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Urmiyeyê diyar kir ku tîman her çar birîndar birine Nexweşxaneya Şinoyê û ew niha di bin çavdêriya bijîşkan de ne.
Li gorî amarên Birêvebiriya Giştî ya Tiba Dadî ya Urmiyeyê, ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Tîrmeha 2025an, ango di nava çar mehan de, li wê Urmiyeyê 241 kes di qezayên trafîkê de mirine û 3 hezar û 942 kes jî birîndar bûne.