Saziya Keşnasiyê hişyarî da: Li Bakurê Kurdistanê dê berf û baran bibarin

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo hejmarek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya baranê da.

Welatî li hember metirsiyên wekî rabûna lehiyan, hezaz, ba û bahozê hatin agahdarkirin.

Li gorî rapora Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê ji îro û pê ve germahî di navbera 6 û 10 pileyan de dakeve bin asta demsalê.

Tê payîn ku li parêzgehên Sêwaz û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Edene, Osmaniye, Hatay û Konyayê yên Tirkiyeyê baran bibare.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku li deverên bilind ên parêzgehên Erzirom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Rîze, Artvîn û Trabzonê yên Tirkiyeyê jî berf bibare.