Barzanî û Serokê Parlamento Kongireya Netewî gotûbêj kirin

Pîrmam (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed li bajerokê Pîrmam civiyan û di wê hevdîtinê de çend pirsên girîng hatin gotûbêjkirin.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed derbarê naveroka wê civînê, ji Rûdawê re ragihand: “Di wê hevdîtinê de, me behsa pirojeyê destûra Kurdistanê kir, ku hinek alî daxwaza serastikirina hinek madeyên wê dikin.”

Yûsif Mihemed wiha domand: “Em rêkeftin ku di demeke nêzîk de gotûbêj li ser wan madeyan bikin û rêkeftina siyasî li ser destûr bê kirin.”

Bi gotina Serokê Parlamentoya Kurdistanê, di wê civînê de her wiha pirsa lidarxistina Kongireya Neteweyî ya Kurd hat gotûbêjkirin û nirxdandin.

Mihemed wiha got: “Em li ser bi dawîhatina dema serokatiya Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê axivîn.”

Ev yek di demehê de ye ku 15-8-2015 dema serokatiya Barzanî bi dawî tê û wek Serokê Parlamento dibêje, ew dixwqazin ji niha ve li ser wê mijarê li hev bikin.