Li Kifrî xwekujekî xwe bi avahiya asayîşê de teqand

Germiyan (Rûdaw)- Xwekujekî bi kamyoneke bombekirî xwe bi avahiya asayişa nahiyeya Kewkesê ya navçeya Kifrî teqand.

Fermandarê Eniya Germesêrê ya Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî ji Rûdawê re ragihand: "Teqînek li nahiyeya Kewkesê ya navçeya Kifrî qewimî.”

Rêveverê Polîsê Germiyanê Neqîb Elî Qedûrî ji Rûdawê re got: “Xwekujekî kamyoneke 2 tonî ajotiye û xwe bi avahiya asayişa nahiyeya Kewkesê de teqandiye.”

Li gorî Qedûrî ew kemyon bombekirî bû û xwe bi dezgeha Asayîşa Kewkesê de teqandiye.

Heta niha hejmara şehîd û birîndaran nexuyaye û aliyên pêwendîdar di hewla derxistina terim û birîndaran de ne ji bin ku avahî bi temamî hatiye xerakirin.