Şingal (Rûdaw) – Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî operasyonakontrolkirina Şingalî bûne.
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên beşdarî operasyona rizgarkirina Şingalê bûne ji Rûdawê re diyar kirin, ew keyfxweşin ku beşdarî operasyonê bûne.
Pêşmergeyên beşdarî operasyonên bûne wiha gotin: “Bi fermana Serok Barzanî em amadene her parçeya Kurdistanê şer bikin. Em dixwazin îşev jî herin Rojavayê Kurdistanê li dijî teroristên DAIŞê şerî bikin.”
Fermandarekî yê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê amaje kir, ti ciwazî di nav wan û pêşmergeyên din de nîne û wiha got: “Em fermanên ji navenda fermandariyê yek bi yek bicih dikin.”
Pêşmergeyekî din yê Rojavayê Kurdistanê got li cem wî ti ferq di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê tune ye û got ku ew amade ye li ser axa Şingalê canê xwe bide û şehîd bikeve.
Peyamnerê me yê li eniya Şingalê herwiha da zanîn hêzekê ya pêşmergeyên jinan jî beşdarî operasyona rizgarkirina Şingalê bûye.
erdora 6 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene û niha di çeperên şerê li dijî DAIŞê de bergirî li axa Kurdistanê dikin.
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji wan leşker, efser û xortên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ku piştî xwepêşandanên sala 2011 ên li Sûriyeyê û tundûtîjiyên li wî welatî, ji Sûriyeyê reviyan û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge di avakirina wê hêzê de alîkarî da wan kesan û Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge perwerdeya leşkerî da wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse