Hewlêr (Rûdaw) – Civîna çaverêkirî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel serokên fraksyonên Kurdistanî yên li her du parlamentoyên Iraqê û Kurdistanê hat paşxistin û Serokê Fraksyona YNKê di parlamentoya Kurdistanê jî sedema paşxistina civînê aşkere kir.
Biryar bû îro Yekşemî 12-11-2017, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi serokên fraksyonên Kurdistanî yên li her du parlamentoyên Iraqê û Kurdistanê re bicive, lê belê hat ragihandin, ku civîn îro nehat kirin û bo çend rojan hatiye paşxistin.
Serokê Fraksyona YNKê di parlamentoya Kurdistanê de Dilêr Mawetî derbarê sedema paşxistina civîna îro de ji Rûdawê re ragihand: “Em dikarin bêjin paşxistina civînê ji ber du sedemên serekî ye; yekem ji bo ku bernameya karê civînê were dewlemendtirkirin û ya duye jî ji bo ku serokên hemû fraksyonan beşdariyê di civînê de bikin.”
Pêştir Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd k user bi Komela Îslamiya Kurdistanê ye, ji Rûdawê re gotibû, di civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel serokên fraksyonên Kurdistanî de, dê mijarên pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê werin gotûbêjkirin.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Hewlêrê Senger Ebdulrehman jî dibêje, sedema paşxistina civînê ev e ku Tevgera Goranê di civînê de beşdar nebûye. Senger Ebdulrehman got, hikûmet di vê baweriyê de ye ku divê hemû fraksyonên Kurdistanî di civînê de beşdar bin, çimku mijarên ku biryar e di civînê de werin gotûbêjkirin, pêwendî bi tevahiya xelkê Kurdistanê û hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ve heye.
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, fraksyonên Komela Îslamî di civîna îro de amade dibûn û projeyek jî derbarê çawaniya serederîkirina li gel rewşa niha de amade kiribûn.
Di projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê de, pişka Herêma Kurdistanê ji %17 bo %12.6 hatiye kêmkirin, tevî ku li cihê bikaranîna navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, navê parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên bakurê Iraqê têde hatiye bikaranîn û ew çend bûne sedema nerazîbûna tund a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê.
Li ser wê mijarê roja Roja 06-11-2017ê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpireştiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiyabû û bi tundî rexne li naveroka wê projeyasayê û bendên taybet bi Herêma Kurdistanê girtibû.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihandibû: “Reşnivîsa projeyasayê çend made û bendên nedestûrî li xwe digire û bi zelalî ew yek jê diyar dibe, ku armanca wê piştguhxistina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye ku di Destûra Iraqê de weke herêmeke federal îtiraf pê hatiye kirin, ne parêzgehên bakurê Iraqê, weke ku di reşnivîsê de hatiye.”
Li hember wan rexneyan jî îro Yekşemî 12ê Mijdara 2017ê berdevkê hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî red kir, ku di projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê de li şûna navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi navê “parêzgehên bakurê Iraqê” hatibe kirin û ragihand, hikûmeta Iraqê pabendî sînorê îdarî yê Herêma Kurdistanê ye ku di Destûrê de hatiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse