Tirkiyê balyozê xwe yê nû bo Îsraîlê diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê piştî 4 sal ji têkçûna peywendiyên xwe yên ligel Îsraîlê balyozê xwe yê nû bo Îsraîlê diyar kir û biryar e heftiya bê dest bi erkê xwe bike.

Îro 12ê Mijdara 2022ê bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku di Rojnameya Fermî de belav bûye, balyozê nû yê Tirkiyê yê Îsraîlê hat diyarkirin.

Di biryarê de tê gotin ku bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Şakîr Ozkan Torunlar wek balyozê nû yê wî welatî li Televîvê hatiye destnîşankirin û biryar e heftiya bê bi dest bi erkê xwe bike.

Şakîr Ozkan Torunlar di sala 1960ê de li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê ji dayikbûye. Di sala 1983ê de Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqerê qedandiye û di sala 1983ê de li Wezareta Derve ya Tirkiyê dest bi kar kiriye.

Di salên 2008-2010ê de balyozê Tirkiyê yê Bangladeşê, di 2010-2014ê de balyozê Filistînê û di salên 2017-2021ê de jî  balyozê Tirkiyê yê Hindîstanê bûye.

Destpêka peywendiyên Îsraîl û Tirkiyê vedigere sala 1949an dema Tirkiyê wek yekem welatê Misilman îtiraf bi dewleta Îsraîlê kir. Xala destpêkê ya alozbûna peywendiyan jî vedigere sala 2008an, ji ber operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Xezzayê. Piştre di 2010an de peywendiyên navbera herdû welatan hewqasî din xirabtir bûn, dema leşkerên Îsraîlê bi ser keştiyeke Tirkî de girtin ku dixwest dorpêça ser Xezzayê bişkîne û alîkariyê bigihîne Filistîniyan.

Di salên 2016-2017an de normalbûnek di navbera Tirkiye û Îsraîlê de çêbû, lê piştî kuştina zêdeyî 200 xwepêşanderên Filistînî di dawiya 2017an de, careke din peywendî têk çûn. Di Temûza 2021ê de, piştî Isaac Herzog wek serokê nû yê Îsraîlê dest bi kar kir, proseya normalbûna peywendiyên navbera Tirkiye û Îsraîlê destpê kir.

Ev di demekê de ye herî dawî 27ê Cotmeha 2022ê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Enqere yê Tirkiyê ligel Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Benny Gantz civiya bû. Berî civîna ligel Erdogan Benny Gantz ligel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar civiyabû û ragihandibû ku “Tirkiye yek ji wan pênc welatan e ku herî zêde welatê wî bazirganiyê ligel dike."

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê jî gotibû, “Derî hatin vekirin û ji bo hevkariya di warê bazirganî, geştiyarî, pîşesazî û gelek warên din de potansiyeleke mezin heye. Siberoja me hêviyê dibexşîne, lê ev bi xebata me ya hevbeş a derbarê pêkanîna aramî û ewlehiya li navçeyê ve girêdayî ye. Wek me di civîna xwe ya ligel birêz wezîr de jî anî ziman derbarê hevkariya di siberojê de gelek qad hene.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî ragihandibû: “Hevdîtinên dûalî yên Serokkomarê me ligel Serokkomar û Serokwezîrê Îsraîlê, peywendiyên herdû aliyan anîne qonaxeke girîng. Tirkiye û Îsraîl li navçeyê dû aktorên serekî ne. Ez dixwazim bînim ziman ku pêşveçûna peyewendiyên me ligel Îsraîlê di warên berevanî, ewlehî û mijarên enerjiyê de, dê di aştî û aramiya navçeyê de bibe sedema pêşhatên girîng û sûdekê girîng bigihîne vê yekê.”