Li Rihayê bi çekê êrişî dawetê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê, di dawetekê de êrişeke bi çekan pêk hat û 7 kes birîndar bûn.

Kesekî li Taxa Seyrantepeyê ya li navenda bajêr ji ber sedemeke nediyar gule li dawetekê reşandin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Heft kesên ku di êrişê de birîndar bûbûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Polîsan li cihê bûyerê û li ber nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê standin.

Ji bo girtina gumanbar dest bi lêkolînê hat kirin.