PDK li Mûsilê yekem e: 5 kursî
Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên giştî yên ku doh li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Nînovayê ya ku navenda wê Mûsil e bû yekem.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku rêjeya beşdariya di hilbijartinan de ji sedî 56,11 bûye.
Li seranserê Herêma Kurdistanê û Îraqê 21 milyon û 404 hezar û 291 hilbijêrên tomarkirî hebûn û ji bo 329 kursiyên Parlamentoya Îraqê 7 hezar û 744 namzedan hevrikî kir.
Li gorî encamên destpêkê yên fermî ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve hatin ragihandin, PDKyê li parêzgeha Nînovayê herî zêde deng stand û di hilbijartinê de bû yekem.
Encamên destpêkê yên li Nînovayê
Li gorî encamên destpêkê, dabeşkirina kursiyan li Nînovayê wiha ye:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 189 hezar û 120 deng - 5 kursî
Teqedum (Mihemed Helbûsî): 157 hezar û 283 deng - 4 kursî
Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê (Mihemed Şiya Sûdanî): 146 hezar û 724 deng - 4 kursî
Hevpeymaniya Gelê Nînovayê (Necim Cubûrî): 111 hezar û 5 deng - 3 kursî
Hevpeymaniya Ezim (Musenna Samaraî): 100 hezar û 853 deng - 3 kursî
Hevpeymaniya Hezm (Sabit Ebas): 89 hezar û 492 deng - 2 kursî
Rêxistina Bedir (Hadî Amirî): 77 hezar û 6 deng - 2 kursî
Hevpeymaniya Siyade (Xemîs Xencer): 64 hezar û 472 deng - 2 kursî
YNK û Hevpeymanên Wê (Yekîtiya Gelê Nînovayê): 56 hezar û 346 deng - 2 kursî
Projeya Erebî: 54 hezar û 483 deng - 1 kursî
Tevgera Nasnameya Niştimanî: 50 hezar û 49 deng - 1 kursî
Lîsteya Doza Êzidiyan: 49 hezar û 197 deng - 1 kursî
Lîsteya Cemahir: 37 hezar û 341 deng - 1 kursî
Nînova wekî yek ji parêzgehên herî qerebalix ên Îraqê xwedî 34 kursiyên parlamentoyê ye.