Encamên Silêmanî û Helebceyê: YNK bi ferqeke mezin bû yekem

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de encamên Silêmanî û Helebceyê diyar bûn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de daneyên destpêkê ji raya giştî re parve kirin.

Li gorî agahiyên ku komîsyonê eşkere kirine, li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ji 1 milyon û 227 hezar û 480 hilbijêrên tomarkirî, 738 hezar û 285 kesan dengên xwe bi kar anîne.

Li seranserê parêzgehê ji 2 hezar û 579 sindoqan 2 hezar û 566 hatin hejmartin. Bi vî awayî rêjeya beşdariyê ji sedî 60,15 bû.

Komela Dadgerî ya Kurdistanê (Komel) di van hilbijartinan de kursiya xwe ya yekane li Silêmaniyê bi dest xist.

Dengên partiyan

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 240.899 deng

Tevgera Helwest: 75.330 deng

Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwe): 69.752 deng

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 68.596 deng

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 65.895 deng

Komela Dadgerî ya Kurdistanê (Komel): 34.557 deng

Bereya Gel: 10.921 deng

Bereya Tirkmenan: 580 deng

Namzedê serbixwe Kawa Letîf: 472 deng

Dabeşkirina kursiyan li Silêmaniyê

Parêzgeha Silêmaniyê ya ku Helebceyê jî li xwe digire, bi 18 kursiyan li Parlamentoya Îraqê tê temsîlkirin.

YNK: 8 kursî

Helwest: 3 kursî

PDK: 2 kursî

Nifşê Nû: 2 kursî

Yekgirtû: 2 kursî

Komel: 1 kursî