Balyoza Fransayê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir
Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Fransayê ya Enqerê li gel şandeyekê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir û bi Hevseroka Şaredariyê Serra Bucakê re civiya.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Balyoza Fransayê ya Enqerê Isabelle Dumont û Şêwirmendê Karên Siyasî yê Balyozxaneyê Kilian Vivien ku ji bo çend hevdîtinan hatibûn Amedê, Şaredariyê ziyaret kiriye.
Balyoza Fransayê ya Enqerê Isabelle Dumont û şandeya li gel ji aliyê Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak ve hat pêşwazîkirin û piştre civiyan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê serdanê got”
Di hevdîtina li gel Hevşaredar Bucakê de, li ser bipêşketinê li herêmê nêrîn hatin guhertin.
Bucakê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Dumontê kir. Hevberdevkên Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin jî di vê hevdîtinê de amade bûn.”
🏢 Fransa Büyükelçisinden Büyükşehire Ziyaret 🤝
— Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi (@diyarbakirbld) November 12, 2025
📌 Eşbaşkanımız Serra Bucak, Fransa Ankara Büyükelçisi Isabelle Dumont’u ağırladı. Diyarbakır’a çeşitli temaslarda bulunmak üzere gelen Büyükelçi Dumont ve Büyükelçilik Siyasi İşler Müsteşarı Kilian Vivien ile Eşbaşkanımız Bucak,… pic.twitter.com/zbbutsiwRN