Malbat tevlî pevçûna zarokan bûn: 7 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tatosê ya ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê malbat hatin nav pevçûna zarokan û di pevçûnê de 7 kes birîndar bûn.
Bûyer vê êvarê li gundê Mîranê yê navçeya Tatosê ya Erziromê çêbû.
Li gorî zanyariyan zarokên du malbatan de ji ber sedemek nediyar pev çûn.
Piştre malbatên her du zarokan jî tevlî pevçûnê bûn û êrişî hev kir.
Di pevçûna malbatan de 7 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirmen û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxnayên bajêr.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li nexweşxaneyên ku birîndar tên dermankirin tedbîrên ewlehiyê wergirtine.