Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayên ku canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê di daxuyaniyekê de diyar kir 5 gerîlayan di demên cuda de li Metîna, Zap û Avaşînê di encama operasyon û pevçûnan bi hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.

Agahiyên li ser nasnameya her 5 gerîlayan bi vî rengî ne:

Bêrîtan Hêjar Malatya: Navê wê yê fermî Hatîce Şeker e û ji bajarê Meletiyê ye û 26ê Îlona 2017an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.

Berzan Murat: Navê wî yê fermî Huseyîn Ozturk e û ji bajarê Agiriyê ye û 1ê Tîrmeha 2017an li herêma Metînayê canê xwe ji dest daye.

Kendal Barman: Navê wî yê fermî Yakup Baydag e û ji bajarê Mêrdînê yê û 1ê Tîrmeha 2017an li herêma Metînayê canê xwe ji dest daye.

Şoreş Ozer: Navê wî yê fermî Omer Avci ye û ji bajarê Agiriyê ye û 1ê Tîrmeha 2017an li herêma Metînayê canê xwe ji dest daye.

Ronî Jiyan: Navê wî yê fermî Azad Çetîn e û ji bajarê Mûşê ye û 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.