Hilbijartinên Îraqê: YNK li Kerkûkê, PDK li Hewlêr, Dihok û Mûsilê yekem e
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ku Rûdawê bi dest xistine, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêr, Dihok û Mûsilê partiya yekem e.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê bi nêzîkî 158 hezar dengan di rêza yekem de ye.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Navenda Hilbijartinê ya YNKyê wergirtine, YNKyê heta niha li Kerkûkê 158 hezar deng standine.
Lê tê payîn ku piştî temambûna hejmartina dengên giştî û taybet, hejmara giştî ya dengan derkeve ser 175 hezarî.
Li aliyê din, Nivîsgeha Hilbijartinê ya PDKyê ya Kerkûkê ragihand ku hejmara giştî ya dengên wan li bajêr gihiştiye 58 hezarî û li gorî van encaman, ew li bendê ne ku du kursiyan bi dest bixin.
Li Kerkûkê Tirkmen 2 kursiyan distînin
Li gorî daneyên destpêkê yên ku encamên 855 sindoqan ji giştiya hezar û 733 navendên sindoqan ên dengên giştî û taybet li xwe digirin, Lîsteya Eniya Tirkmenî ya Yekbûyî ya Îraqê 59 hezar û 751 deng standine.
Serokê lîsteyê Erşad Salihî bi 23 hezar û 802 dengan di rêza yekem de ye û li pey wî Qehtan Wehbî bi 10 hezar û 226 dengan û Merdîn Tehsîn bi 6 hezar û 333 dengan tên.
Di nav lîsteyên Ereban de, Hevpeymaniya Ereban a bi serokatiya Rakan Cibûrî nêzîkî 35 hezar deng standine. Lê belê, encamên hinek sindoqên li navçeyên Daqûq û Dubizê hîn ne misoger in.
Lîsteya Teqedum a bi serokatiya Mihemed Helbûsî jî ragihand ku wan nêzîkî 80 hezar deng standine û 2 kursî misoger kirine.
PDK li Herêma Kurdistanê bû partiya yekem
Li gorî encamên ku ji parêzgehên Hewlêr û Dihokê hatine wergirtin, PDK li her du parêzgehan jî di rêza yekem de ye.
PDK li seranserê Herêma Kurdistanê jî bi wergirtina herî zêde dengan di hilbijartinan de bû partiya yekem.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, PDKyê li parêzgeha Hewlêrê 384 hezar û 819 deng û li parêzgeha Dihokê jî 424 hezar û 284 deng standine.
YNKyê jî li Hewlêrê 93 hezar û 500 û li Dihokê 2 hezar û 800 deng standine.
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêrê 38 hezar û li Dihokê 72 hezar û 759 deng wergirtine.
Tevgera Helwestê li Hewlêrê 63 hezar û li Dihokê 17 hezar deng bi dest xistine.
Komela Dadgerî ya Kurdistanê (Komel) li Hewlêrê 13 hezar û 586 û li Dihokê hezar û 913 deng standine.
Tevgera Nifşê Nû li Hewlêrê 38 hezar û 900 û li Dihokê zêdetirî 14 hezar deng kom kirine.
Eniya Gel li Hewlêrê 5 hezar û 497 û li Dihokê 2 hezar û 700 deng standine.
Encamên li seranserê Herêma Kurdistanê
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine:
PDK bi giştî 1 milyon û 79 hezar û 998 dengan bûye yekem, YNK jî bi 537 hezar û 256 dengan bûye duyem.
Hejmara dengên betal li Herêma Kurdistanê 288 hezar û 708 e.
Kîjan partî çend kursiyan bi dest dixe?
Li gorî daneyên nefermî, li Hewlêrê PDK 10, YNK 2, Helwest 2, Nifşê Nû 1; li Silêmaniyê YNK 8, Helwest 3, Nifşê Nû 2, Yekgirtûya Îslamî 2, PDK 2, Komel 1; li Dihokê jî PDK 9 û Yekgirtûya Îslamî 2 parlamenteran derdixin.
Bi giştî PDK 21, YNK 10, Tevgera Helwest 5, Yekgirtû 4, Tevgera Nifşê Nû 3 û Komel 1 parlamenterî dişînin parlamentoyê.
Her wiha ji bo kota Mesîhiyan jî 2 parlamenter, yek li Hewlêrê û yek li Dihokê, tên hilbijartin.
PDK li Mûsilê 6 û li Kerkûkê jî 2 kursiyên din bi dest dixe û li gorî van encaman bi giştî dibe xwedî 29 kursiyan.
YNK jî li Kerkûkê 5, li Mûsilê 2 û li Diyaleyê 1 kursî bi dest dixe û hejmara kursiyên xwe digihîne 18an.
PDKyê li Nînovayê 5 kursî misoger kirin
PDKyê di hilbijartinên parêzgeha Nînovayê ya ku navenda wê Mûsil e de 5 kursî bi dest xistin û ji bo kursiyê şeşemîn jî di pêşbaziyê de ye.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, PDKyê heta niha li Nînovayê zêdetirî 167 hezar deng standine.
Tê payîn ku YNK jî li Mûsilê 2 kursiyan bi dest bixe.
YNKyê li Diyaleyê kursiyek bi dest xist
Berbijêra YNKyê Suzan Mensûr ragihand ku partiya wê li Diyaleyê nêzîkî 30 hezar deng standiye û bi vî awayî kursiyek bi dest xistiye.
YNKyê di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên sala 2021ê de jî li Diyaleyê kursiyek bi dest xistibû û ew kursî dîsa ji bo Suzan Mensûr bûbû.
Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Ebas Fetlawî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku encamên destpêkê yên hilbijartinan dê îşev bên eşkerekirin.