Serokatiya Herêma Kurdistanê sersaxî ji Tirkiyeyê re xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo leşkerên ku di balafira leşkerî ya kargoyê de li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê mirine peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyama sersaxiyê ya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê hat belavkirin de wiha hat gotin:

“Em ji ber ketina balafira leşkerî ya li Gurcistanê sersaxiyê ji Komara Tirkiyeyê re dixwazin.

Di vê dema dijwar de duayên me ji bo malbat û hevalên qurbaniyan in.”

Çi bûbû?

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê şeva borî diyar kiribû ku balafireke wan a leşkerî ya kargoyê ya bi tîpa C130 li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê ketiye.

Wezaretê vê sibehê ragihand ku her 20 leşkerên di balafirê de mirine û nasnameyên wan eşkere kirin.

Daxuyanî li ser hesabê Xê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, bi navê Wezîr Yaşar Guler hat dayîn.

Hat zanîn ku piraniya leşkeran pilebilind in.