EFRÎN - Erebê hawirde yê ku gef li Kurdan dixwarin hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hesen Mihemed Efaşê ku wekî Erebekî hawirde li Efrînê bi cih bûbû û bi vîdeoyên gefxwarinê yên li Kurdan dihat naskirin, di êrişeke çekdarî de hat kuştin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Hesen Mihemed Efaş piştî êrişê rakirin nexweşxaneyeke bajarê Efrînê lê ew li wir mir.
Hesen Mihemed Efaş xelkê Dêrezorê bû û li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest danîbû ser mala Kurdekî û tê de bi cih bûbû.
Efaş, berî demekê bi çek gef li Kurdan xwaribûn, heqaret li wan kiribû û ew wekî "kafir û beraz" bi nav kiribûn.
Hesen Mihemed Efaş her wiha gotibû ku ew ji malên Kurdan dernakevin.
#VÎDEO - Erebê hawirde yê ku gef li Kurdan dixwarin hat kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 12, 2025
🔴 Erişî Erebê hawirde Hesen Mihemed Efaşê ku li Efrînê gef li Kurdan dixwarin hat kirin û ew li nexweşxaneyê mir
🔴 Hesen Mihemed Efaşê Dêrezorî li Efrînê dest danîbû ser mala Kurdekî#Rojava #Efrîn pic.twitter.com/Hu17xUdjlT