Keça Heciyê Cindî koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşenbîra Kurd Firîda Hecî Cewarî di temenê xwe yê 84 salî de li mala xwe ya li Yerîvana paytexta Ermenistanê koça dawî kir.

 

Rewşenbîr û nivîskara Kurd a ji Ermenistanê Firîda Hecî Cewarî, ku keça Heciyê Cindî û xanima helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv bû, li Yerîvanê koça dawî kir û xatirê xwe ji jiyanê xwest.

 

Firîda Hecî Cewarî bi qasî 50 salan mamostetî kir û bi hezaran şagirtên Kurd, Ermenî û ji miletên cuda li ber destê wê fêrî ilm û zanyariyê bûn.

 

Firîda Heciyê Cindî ku di sala 1934an de li Yêrîvana paytexta Ermenistanê ji dayik bûbû, xizmetên mezin ji welatê Ermenistan û Sovyeta Berê re kirine ku beramberî van xizmetan bi xelat û medalyayên mezin hatiye xelatkirin.

 

Firîda xelatên weke "Hurmetnameya Wezareta Ermenistanê Ya Ronkahiyê" (1962), madelyaya "Ji bo karê Efatiyê" bi boneya 100 saliya Lenîn (1970), nîşana "Serkeftiya Pêşvana Sosyalîstiyê" (1975), navê Mamoste-Mêtodîst" werdigire (1979).

 

Herwiha Firîda Heciyê Cindî sê caran weke Endama Şêwira Navçeya bajarê Yêrîvanê ya bi navê Şahûmyanê tê hilbijartin (1971, 1982, 1984) û ordêna "Ala Karkirinê Ya Sor" (1981) werdigire.

 

Firîda Hecî Cewarî tevî bavê xwe Heciyê Cindî tev li xebata "Elîfba" û "Zimanê Kurdî" bûye. Firîda herwiha gelek kitêbên helbestvanê navdar Fêrîkê Ûsiv û Heciyê Cindî ji nû ve amade kirin û dane çapkirin.