Li Semsûrê kesekî hevjîna xwe û hevlingê xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe û hevlingê xwe kuştin.

Li gorî agahiyan li taxa Aşagisarhanê ya navçeya Bêsniyê di navbera A.S.yê hostayê boyaxê û hevjîna wî Selvî S.yê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Hevlingê A.S., Muharrem A.yê deng bihîstibû û bi armanca aramiyê çûbû mala wan.

Piştî ku nîqaş mezin bû A.S. bi demançeyê gule li hevjîna xwe û hevlingê xwe reşandin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Selvî S. û Muharrem A. li cihê bûyerê mirine.

Piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenaze veguhastin morgê.

Polîsan ji bo girtina A.S.yê ku piştî bûyerê reviyaye dest bi xebatan kir.