Pêla desteserkirinan a li Rojhilatê Kurdistanê: 7 kesên din hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke nû ya desteserkirinê li Mehabad û Nexedeyê dest pê kir.

Hejmara kesên ku hatine desteserkirin gihîşt 7an.

Li gorî nûçeyên ji Îranê, li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê pêla desteserkirina welatiyên Kurd didome.

Rojên Sêşem û Çarşemê li Mehabad û Nexedeyê herî kêm 7 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin û ew kes veguhastin cihên nediyar.

Karzan Behmeniyê xelkê gundê Xorxoreyê, roja Çarşemê li mala xwe hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê di dema desteserkirinê de biryara dadgehê nîşan nedaye.

Beriya wî jî Saman Qurbanî, Kazim Azde, Nasir Azerem, Akam Şêxe, Hejar Mihemedzade Eqdem û Îman Mihemedzade li Mehabadê hatibûn desteserkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hinek ji van desteserkirinan bi serdegirtinên şevê hatine kirin.

Hêzên ewlehiyê li welatiyan daye û biryara dadgehê nîşan nedaye.

Ev desteserkirin beşek in ji pêleke berfireh ku di nava du hefteyên borî de li bajarên parêzgehên Urmiye û Sineyê herî kêm 24 welatî û çalakvanên Kurd hatine desteserkirin.

Malbatên desteserkiriyan dibêjin ku tevî hemû hewldanan wan ti agahî wernegirtine.

Saziyên ewlehî û dadweriyê derbarê sedema desteserkirinê, tohmetan û cihê wan agahî nedane malbatan.