Berf û baran vedigerin Rojhilatê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin ku pêleke din a barînê bandorê li Rojhilatê Kurdistanê bike û li her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê baran û li bilindahiyan jî berf bibare.
Li gorî pêşbîniya Keşnasiya Îranê, ji berê sibeha sibe ve pêleke barîna berf û baranê dê bandorê li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê û hinek herêmên bakur û rojhilatê Îranê bike.
Serokê Navenda Pêşbînî û Kontrolkirina Qeyranan a Rêxistina Keşnasiyê ya Îranê Sadiq Ziyaiyan diyar kir ku ew pêla baranê dê bi ba re be û li hinek deveran jî dê toz rabe.
Ziyaiyan her wiha destnîşan kir ku li bilindahiyan egera barîna berfê û sermaya zêde jî heye.
Keşnasiya Îranê pêşbînî dike ku ev pêl li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê heta roja duşemê berdewam bike.
Pêleke baran û berfê di navbera yekşem û çarşema vê hefteyê de jî bandor li her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kiribû.
Kêmbûna ava bendavan
Birêvebirê Giştî yê Ofîsa Kontrolkirina Avê ya Birêveberiya Ava Îranê Elî Seyîdzade 10ê mehê ragihandibû, li Îranê ji destpêka payîzê ve rêjeya baranê 6,06 milîmetre bûye lê par heta vê demê 30 milîmetre bû.
Li gorî gotina Seyîdzade, di bendavên Îranê de 16 milyar metre sêca av heye lê par vê demê nêzîkî 22 milyar metre sêcayan av hebû û rêjeya ava bendavan li gorî par ji sedî 28 kêm bûye.