Girtiyê Kurd Bahattîn Oncu piştî 31 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Bahattîn Oncu piştî 31 salên di girtîgehên Tirkiyeyê de hat berdan.

Bahattîn Oncuyê xelkê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê doh ji Girtîgeha Bodrumê ya parêzgeha Muglayê derket.

Diviyabû Oncu meha Hezîranê bihata berdan lê Desteya Çavdêriya Îdarî ya Girtîgehê bi hincetên cuda berdana wî bi paş xistibû.

Piştî derketina ji girtîgehê, Oncu çû navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê.

Li navçeyê ji aliyê malbat, xizm û endamên Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) ve hat pêşwazîkirin.

Bahattîn Oncu di dema pêşwazîkirinê de axivî û hestên xwe anîn ziman.

Oncu diyar kir ku ew ji ber derketina xwe kêfxweş e lê ji ber ku hevalên wî hîn girtî ne, şahiya wî kêm e.

Bahattîn Oncu got:

"Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Heta hevalên me û Rêberê me di girtîgehê de bin, em dê têkoşîna xwe bidomînin.

Ez bawer im dema ew azad bûn, em dê bi hev re azadiyê pîroz bikin."

Bahattîn Oncu Hezîrana 1995an li Mêrdînê hatibû desteserkirin.

Pişt re li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hatibû darizandin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birîn.

Oncu di nava van 31 salan de li girtîgehên Dîlok, Amasya, Sîncan, Tekîrdag û herî dawî jî li Bodrumê maye.