Bexda: Em dê mexdûrên lehiya Herêma Kurdistanê qerebû bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Niştimanî ya Birêvebirina Qeyran û Karesatan a Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku dê mexdûrên lehiya Herêma Kurdistanê werin qerebûkirin.
Serokê Navenda Niştimanî ya Birêvebirina Qeyran û Karesatan a Îraqê General Cefer Betat li Kerkûkê di konferansa rojnamegeriyê de axivî.
Şandeya Îraqî ji bo şopandina ziyanên lehiya 9ê Kanûna Pêşîn li Kerkûk û navçeyên wê ye.
Şandeya Îraqî piştî temamkirina karên xwe yên li Kerkûkê, dê mexdûrên Çemçemalê jî ziyaret bike.
Cefer Betat diyar kir ku Hewlêr û Bexda di nava hevahengiyê de ne û got:
"Birayên me yên li Herêma Kurdistanê derbarê ziyanên canî û madî de lîsteyeke tam amade dikin û welatî dê li gorî yasayê werin qerebûkirin.
Em niha rewşa Kerkûkê dişopînin; rêya pênc gundan girtiye, kareba û rêya wan nîne.
Eger em van pirsgirêkan çareser bikin, em dê bê guman serdana wê derê (Çemçemal) jî bikin."
Di encama lehiyê de li Başûrê Kurdistanê 5 kesan canê xwe ji dest da ku du ji wan li sînorê qezaya Çemçemalê bûn.
Serokê Navendê destnîşan kir ku nûnerê Herêma Kurdistanê li navenda wan heye û di navbera wan de hevahengiyeke tam heye.
General Cefer Betat wekî nûnerê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, 10ê mehê ji bo şopandina rewşa lehiyê çûbû Kerkûkê.
Betat bal kişand ser sedemên karesatê û got, "Kêmasî di mijara zêdegaviya li ser rêyên avê de heye, bi taybetî li newalan.
Ev yek bû sedema wan ziyanên zêde yên li Kerkûkê. Bi taybetî pireke ku rê teng kiriye bûye sedem ku pêla avê bi hêz bibe."