Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku divê HSD pêbendî xalên Peymana 10ê Adarê bibe.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî “Peymana 10ê Adarê" tevlî artêşa Sûriyeyê nebûye û ji bilî tevlîbûnê ti vebijêrkeke din encamê nade.”

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku HSDyê helwesta xwe ya "tevlînebûna artêşa Sûriyeyê" didomîne.

Wezaretê HSD bi "zererdayîna aramiyê" tohmetbar kir û wiha got:

HSD li şûna ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibe, çalakiyên xwe didomîne. Ev yek li dijî Peymana 10ê Adarê ye û zererê dide aramiya Sûriyeyê.

Helwesta hinek welatan jî HSDyê teşwîq dike ku tevlî nebe û çekan daneyne. Hewldanên qezenckirina demê vala ne. Ji bilî tevlîbûnê ti vebijêrkeke din encamê nade.”

Bersiva îdiayên ‘operasyona nû’

Li ser îdiayên ku artêşa Tirkiyeyê (TSK) amadehiya operasyoneke nû li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dike jî wezaretê daxuyaniyek da.

Wezaretê ew nûçe red kirin û got, “Ew dîmenên ku tên parvekirin guhertina yekîneyan a rûtîn e.

Ya ku divê bê şopandin ne tevgera rûtîn a artêşa Tirkiyeyê, rewşa HSD û çalakiyên artêşa Sûriyeyê ye.”

Pêwendiyên bi Amerîkayê re: S-400 û F-35

Wezaretê li ser daxuyaniyên Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack ên derbarê S-400 û F-35an de jî axivî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di mijara S-400an de guherîn tune û wiha hat gotin:

“Derbarê sîstema S-400an de ti bipêşketineke nû nîne. Ji bo tedarîkkirina F-35an pêwendiyên dîplomatîk didomin.

Ji bo rakirina sizayan û dubare tevlîkirina Tirkiyeyê li bernameyê şêwirîn berdewam dikin.”

Balafirên Eurofighter ji Qeter û Umanê tên

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kirîna balafirên şer ên Eurofighterê jî agahî dan û planên “çareseriya demkî” piştrast kirin.

Li gorî daxuyaniyê, heta ku balafirên nû ji Brîtanyayê tên, Tirkiye plan dike ku ji Qeter û Umanê 24 balafiran bikire.

Hat diyarkirin ku balafirên ji Qeterê dê piştî peymanê werin teslîmkirin û yên Umanê jî piştî nûjenkirinê dê werin Tirkiyeyê.