Li Tunela Pîrmamê otomobîlek şewitî: 2 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Tunela Pîrmamê ya li ser rêya navçeyên Pîrmam, Şeqlawe û Hewlêrê agir bi otomobîlekê ket.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê da zanîn ku şofêr û rêwiyek tê de bûne û her du jî mirine.
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Şaxewan Seîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Şofêrê otomobîlê û rêwiyê pê re ji ber zêdehiya rêjeya şewatê canê xwe ji dest da.
Heta niha em sedema bûyerê nizanin ji ber ku destpêkê em agahdar nekirine."
Birêvebiriya Parastina Sivîlan lêkolînê li ser sedema bûyerê dike.
Şaxewan Seîd her wiha da zanîn:
"Her du kesên ku canê xwe ji dest daye Ereb in."