Nasnameyên 2 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya fermandar û gerîlayekê ku di Kanûna Pêşîn a sala 2021ê li herêma Gareyê jiyana xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandara bi navê Berfîn Nûrhaq û gerîlaya bi navê Sema Rozayê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê fermandar û gerîlaya PKKyê 13ê Kanûna Pêşîn a 2021ê li herêma Gareyê di encama şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Berfîn Nûrhaq Endama Meclisa PAJKê û Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA Starê bûye.

Her wiha di Fermandariya Akademiyên Apollo û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de cih girtiye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re xwest û soza domandina têkoşîna wan da.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên nasnameyên fermdar û gerîlaya HPGyê wisa ne:

Berfîn Nûrhaq: Navê wê yê fermî Hanim Han Demîr e, li Mereşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Navê dayîka wê Besê û navê bavê wê Abdullah e. 13ê Kanûna Pêşîn a 2021ê li Gareyê canê xwe ji dest daye.

Sema Roza: Navê wê yê fermî Încî Sumbul e, li Erziroma Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Navê dayîka wê Besra û navê navê wê jî Faruk e. 13ê Kanûna Pêşîn a 2021ê li Gare canê xwe ji dest daye.