Hêza Parastina Êzidxanê li Şengalê dimîne
Şingal (Rûdaw) - Hêza Parastina Êzidxanê ku Heyder Şeşo serkêşiya wê dike, li derdora Şingalê bicî bûye û ji koma 7 hezar endamên wê hêzê, 1000 ji wan ser bi Wezareta Pêşmerge ne.
Hêza Parastina Êzidxanê piştî êrişa DAIŞê ya ser bi wê navçeyê hatiye damezrandin û li wê navçeyê şerê DAIŞê dikir. Pişti bûyerên 16ê Cotmehê û êrîşa Heşda Şeibî û hêzên din yên Îraqê rewşeke aloz li wê navçeyê çêbû.
Ji Hêza Parastina Êzidxanê 1000 pêshmerge bi ser Wezareta Pêşmerge ne û wan şervan ji pisporên leşkerî yên Pêşmerge perwerdeya leşkerî werdigitine. Hêza Parastina Êzidxanê bidirêjiya 40 kilometran ji snorên Hêzên Pêşmerge dûr in û li bakurê Şingalê bicî bûne û wan deveran diparêzin.
Şervanê ji Hêza Parastina Êzidxanê yê bi navê Reşo Xelef ji Rûdawê re wiha got: “Em vê xakê diparêzin, em Şingalê diparêzin. Heta em sax in û bikarin emê berxwedana vê derê bikin û terka Şingalê nekin.”
Ji ber ku derdora Şingalê hatine valakirin û tirsa erebên li ser xelkê herêmê heye, berdewam şervanên Hêza Parastina Êzidxanê û Hêzên Pêşmerge çavderiya dever dikin
Şervanê bi navê Xelil Ehmed jî got, heya metirsî hebe ew dê li cihê xwe bimînin û Şingalê biparêzin.
Ji heft hezar şervanên 7 Hêza Parastina Êzidxanê, bi fermî tenê 100o ji wan ketine ser bi Wezareta Pêşmerge.
Fermandeyê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo jî diyar kir ku ew bi navê Pêşmerge li Şingalê mane û got: “Wezareta Pêşmerge alîkariya me dike lê heger alîkairya bikin û nekin jî em li ser erka xwe berdewam bin û em berevaniya vê derê û xelkê xwe bikin.”
Berdevekê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet jî diyar kir ew hezar pêşmergeyên ji Şingalê ji karê xwe nehatine dûrxistin.
Bi armanca avakirina hêza Parastina Êzidxan, Wezareta Pêşmerge bihtir ji hezar ciwanên Şingalê wergirtibû û ew hêz ji aliyê serbazî ve hatibû perwerdekirin.