Agir bi belema koçberên Rojavayê Kurdistanê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Navîn belemeke koçberan binav bû û agir pê ket ku beşek ji wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn û di encamê de hejmareke kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan nêzikî belemeke koçberan ku nêzikî 20 Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî tê de bûn, li Deryaya Navîn di navbera Yunan û Albanyayê de binav bû û agir pê ket.

Her li gor zanyariyên berdest di encama şewata di wê belemê de zarok û jin jî di nav de hejmareke koçberan birîndar bûn.

Li gor zanyariyan di encama wê bûyerê de zarokekî ji Efrînî yê bi navê Kemal ku temenê wî 11 sal in şewitî.

Koçberekî Kurdê Efrînê, ku di wê belema qaçaxciyan de bû, deng, vîdyo û wêne ji Rûdawê re şandin.

Koçber Alan Mistefa ku di wê belemê de bû beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û behsa bûyerê kir.

Alan Mistefa dibêje, ew 56 kes di belemekê de bûn û wan dixwest xwe ji Albanya bigihînin Îtalyayê û diyar dike ku 20 ji wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn.

Di dewama gotinên xwe de Mistefa tekez dike ku 20 xulek piştî bi rêketinê belem binav bû û agir “bi wê benzîna di nav belemê de ket û zarok şewitî. Benzîn ket nav ava behrê jî û di encamê de zarok û jin şewitîn. Birîndar niha li nexweşxaneya Tîranê tên dermankirin.”

Herwiha Alan Mistefa amaje bi wê dike, ji ber ku Yunan koçberan vedigerîne Tirkiyê ew neçar man ji wî welatî jî derkevin û bikevin ser wê rêya metirsîdar.

Mistefa derbarê rewşa koçberan de jî tekez dike, “Em xistine kampê û tenê polîsê Albaniya me diparêze, heta niha ti rêxistinan bo me kar nekirine. Em nizanin ka dê çi biqewime. Rewşa me gelek xerab e.”