SÊRT - DEM Partiyê li ser mijara veguhastina dengdêran gilî tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser mijara veguhastina dengdêran a parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) da û gilî tomar kir.

Hilbijartinên xwecihî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adara 2024an dê werin kirin.

Ji niha ve lîsteyên dengdêran li muxtariyetan hatine daliqandin.

Bi daliqandina lîsteyan re îdiayên veguhastina beşek dengdêran a navendên bajar û navçeyan di rojevê de ye.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dibêje AK Partî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li cihên ku dengên wê kêm in, ji navçeyên cuda dengdêran vediguhêze da ku di hilbijartinên xwecihî de bi ser bikeve.

Herî dawî hat ragihandin ku li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 4 cihên cuda 6 hezar û 443 dengdêr hatine veguhastin.

Şandeyeke rêxistina Sêrtê ya DEM Partiyê roja înê li ser mijarê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da û gilî tomar kir.

Şandeya DEM Partiyê piştî gilî û îtiraza li YSKyê li pêşiya Dadgeha Sêrtê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaşê di daxuyaniyê de diyar kir ku AK Partiyê bi qeyûman îradeya gelê Sêrtê zeft kiriye û niha jî ji bo serkeftina di hilbijartinan de dest bi hîleyan kiriye.

Saritaşê da zanîn ku li 4 cihên Sêrtê bi hezaran dengdêr hatine veguhastin û got:

“Piraniya van cihan jî saziyên dewletê ne. Li Rêveberiya Şaxa Sêrtê ya Tevgera Taybet a Polîsan a li Cadeya Aburahman Kavak hejmara dengdêran di hilbijartinên Gulanê de 7 bû lê niha ew hejmar bûye hezar û 989.”

“Em dê vê nehihûqiyê bişopînin”

Parlamentera DEM Partiyê bangî aliyên pêwendîdar kir ku li ser mijarê tedbîran wergirin û anî ziman:

“Nebin şirîkê vê tawanê. Bila îradeya xelkê bajêr bi dengên ku ji bajarên din hatine anîn neyê diyarkirin. Îradeya vî bajarî gelê bajar bi xwe ye.

Ew dengderên ku ji Rîze, Trabzon û gelek bajarên din ên rojava anîne vê derê nikarin îradeya vî gelî dagir bikin. Em dê vê nehihûqiyê bişopînin. Dê gel bersiva pêwîst bide vê hişmendiya talanker.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî roja pêncşemê di bulteneke Rûdawê de ragihandibû ku AK Partiyê li taxeke navçeya Akdenîzê ya Mersînê 119 dengder veguhastine malekê û gotibû:

“Em diziya dengdêran mal bi mal digerin û eşkere dikin.”

Ev di demekê de ye li 3 taxên navçeya Hezroyê ya Amedê jî hezar û 150 dengdêrên xeyalî wate dengdêrên veguhastî hatibûn destnîşankirin.

Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Hezroyê ya Amedê ragihandibû ku ew dê li ser mijarê gilî tomar bikin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez jî roja duşemê gotibû:

“Ji bo hilbijartinên 31ê Adara 2024an ji bajarên Rîze û Tokatê dengdêrên leşker ji bo bajarokê Bajêrgeyê yê Colemêrgê hatine veguhastin.”