Li Êlihê qeza: 3 mirî û 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 3 mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, du otomobîl  li hev qelibîn li ser rêya hawîrdorê ya başûrê  bajarokê Girê Sîra li hev qelibîn.

Her du otomobîl piştî lihevketinê jî bi kendalê de ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemiran, AFAD û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku B.D, S.A. û A.Kyên di nav otomobîlan de mirine.

Her wiha 3 kesên birîndar jî piştî midaxeleya destpêkê rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Li aliyê din, derbarê qezayê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.