SERHED - Rêyên 747 gundan girtî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê rêyên 747 gundan hatin girtin.
Li bajarên herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê berf û serma didomin.
Li parêzgeha Erziromê ji ber berf û pûkê rêyên 663 gundan hatine girtin.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.
Li Qers û Erdexanê rewş
Li Qersê jî ji ber berf û şertên hewayê yên neyînî rêyên 35 gundan hatine girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir.
Li Erdexanê jî ji ber berf û pûkê rêyên 49 gundan hatin girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.