Îran di navbera du agiran de: Serhildana navxwe û ‘gurzê aborî’ yê Trump

Hewlêr (Rûdaw) - Komara Îslamî ya Îranê di navbera xwenîşandanên xwînî yên navxwe û fişarên aborî yên giran ên Amerîkayê de di qonaxeke dîrokî û hestiyar re derbas dibe.

Di demekê de ku li gorî amarên dawî hejmara kuştiyên di nav kolanên Îranê de gihîştiye 664 kesan, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi biryareke nû baca ji sedî 25 li ser her welatê ku bi Tehranê re bazirganiyê dike ferz kir.

Ev biryarên tund ên Washingtonê û berdewamiya serhildana li kolanan, Tehranê rûbirûyî metirsiya hilweşîneke aborî û îhtimala destwerdaneke leşkerî ya rasterast kiriye

Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî meşa alîgirên hikûmetê wekî "rojeke dîrokî" bi nav kir û îdia kir ku gel "plana dijminan" pûç kiriye.

Xamineyî her wiha hişyarî da Amerîkayê ku "dev ji fêlbaziyê berde."

Xamineyî di peyama xwe de xwenîşanderên li dijî hikûmetê wekî "kuklayên dijmin" bi nav kirin û got:

"Ev kombûna mezin û biîrade, plana dijminên derve pûç kir ku biryar bû ji aliyê kuklayên navxwe ve were bicihkirin."

Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha destnîşan kir ku gelê Îranê hişyar e û her tim li qadê ye.

Hejmara kuştiyan 660 kes derbas kir

Xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji Bazara Mezin a Tehranê dest pê kirin, ketine roja 17an û li hemû parêzgehan belav bûne.

Li gorî amarên Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), di xwenîşandanan de hejmara kuştiyan gihîşt 664 kesan.

Di nav kuştiyan de 133 mensûbên hêzên ewlehiyê û dozgerek heye.

Her wiha hat ragihandin ku 9 ji kuştiyan temenê wan di bin 18 saliyê de ye. HRANAyê her wiha eşkere kir ku heta niha 10 hezar û 721 kes hatine desteserkirin.

Trump baca ji sedî 25 ferz kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek nîşanî serkutkirina xwenîşanderan da û biryarnameyek weşand.

Trump got, "Ji vê kêliyê pê ve, her welatê ku bi Komara Îslamî ya Îranê re bazirganiyê bike, dê ji bo her cure bazirganiya bi Amerîkayê re ji sedî 25 bacê bide. Ev biryarname teqez û dawî ye."

Senatörê Komarî Lindsey Graham jî diyar kir ku Îranê "xeta sor" a Trump derbas kiriye û daxwaza destwerdana leşkerî ya rasterast kir.

Li hêla din, Wall Street Journalê ragihand ku Alîkarî Serokê Amerîkayê JD Vance hewl dide Trump qanî bike ku berî êrişa leşkerî derfetê bide diyaloga dîplomatîk.

Li gorî rojnameyê Trump meyla êrişê dike û dibe ku pêşî êriş bike û paşê dest bi dan û standinan bike.

Amerîka û Ewropayê bangî welatiyên xwe kir

 

Balyozxaneya Virtual a Amerîkayê ji ber zêdebûna alozî û îhtimala destwerdana leşkerî, bangî hemû welatiyên xwe kir ku bi lez ji Îranê derkevin.

çDi daxuyaniyê de hat gotin ku dibe înternet bi temamî were birîn û welatî dikarin bi rêya bejahî ber bi Ermenistan yan jî Tirkiyeyê ve herin.

Fransayê jî karmendên xwe yên ne mecbûrî ji Tehranê derxistin.

Îranê bersiva Parlamentoya Ewropayê da

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçi bertek nîşanî biryara Parlamentoya Ewropayê da ku ketina dîplomatên Îranî bo avahiyên Parlamentoya Ewropayê qedexe kiriye.

Eraqçi got, "Îran li pey dijminatiya bi Yekîtiya Ewropayê re nîne lê dê bersiva her cure sînordarkirinê bide."

Eraqçi her wiha rexne li Ewropayê girt ku li hemberî qirkirina li Xezeyê bêdeng e lê li dijî Îranê gavan diavêje.

Serokwezîrê Almanyayê: Rejîma Îranê rojên xwe yên dawî dijî

 Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz got, “Ez texmîn dikim ku em şahidiyê ji rojên dawî yên vê rejîmê re dikin."

Li gorî amarên dawî, di xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hejmara kesên canê xwe ji dest daye 600 derbas kir.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz di çarçoveya ziyareta xwe ya bajarê Bengaluruyê yê Hindistanê de li ser rewşa Îranê axivî.

Li gorî nûçeyên medyaya Almanyayê û ajansên navneteweyî, Friedrich Merz bal kişand ser bikaranîna tundiyê ya ji aliyê desthilata Îranê ve.

"Rejîm bi awayekî fîzîkî qediyaye"

Merz got, "Eger rejîmek desthilata xwe tenê bi bikaranîna tundiyê biparêze, ew rejîm bi awayekî fîzîkî qediyaye.

Ez texmîn dikim ku em niha şahidiyê ji rojên dawî û hefteyên dawî yên vê rejîmê re dikin."

Merz her wiha tundiya li hemberî xwenîşandanan şermezar kir û got, "Xelk êdî li dijî vê rejîmê radibe."

Hejmara kuştiyan 648 e

Li aliyê din, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya ku navenda wê li Norwêcê ye, doh ragihand ku heta niha di xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 648 kesan canê xwe ji dest daye.

Saziyên çavdêriya înternetê ragihand ku heta roja sêşemê qutbûna înternetê ya li seranserê Îranê 108 demjimêr derbas kirine.