Hikûmetê biryar da mûçeyên serokatî û wezîrên Kurdistanê nivî bike
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber qeyrana darayî ya li Herêma Kudistanê dê nîvê mûçeyên saziyên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Encumena Wezîran û hemû pileyên ku di asta wezîran de ne, bê dayîn.
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hikûmetê ji ber qeyrana darayî ya niha, biryar da nîvê mûçeyên Serokatiya Herêma Kurdistanê, wezîrên hikûmetê û hemû pileyên ku di asta wezîr de ne bide.
Sefîn Dizeyî, da zanîn, her wiha biryar hat dayîn şandina karmend û berpirsan bo derve û dayîna padaşt û alîkariyan li hemû wezaretan were sekinandin.
Dizeyî eşkere kir ku hikûmetê ew ferman bi nivîseke fermî ji hemû sazî û wezaretan re şand.