Vîdyo- Parlamenterê HDPê Adem Geverî rêya balafirgehê girt!
Wan (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî, ji bo ku polîs nehîşt otomobîla wî derbasî balafirxaneyê bibe, rê girt û çalakiya rûniştinê pêk anî.
Wezîrê Geşedanê yê Tirkiyê Cevdet Yilmaz, îro danê sibê çû bajarê Wanê, ji ber wê jî tedbîrên ewlehiyê yên tund li dora balafirgeha Wanê hatibûn girtin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî jî ku ji Enqerê çûbû Wanê, li bendê bû otomobîla wî derbasî nav balafirgehê bibe û wî bibe lê hêzên polîs rê nedan otomobîlê. Ji ber wê jî Adem Geverî hêrs bû û li ser rê rûnişt û nêzîkbûna polîsan protesto kir.
Di navbera wî parlamenterê HDPê û polîsan de alozî derket lê paşê Geverî ji bo ku tevlî civîna Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bibe, çû navçeya Erdîşê ya Wanê û bi vî rengî çalakiya wî ya rûniştinê jî bidawî bû.
Adem Geverî, ku di heman de Sekreterê Hereketa Azadî ye jî, derheqê wê bûyerê de ragihand ku polîsan heqaret li wî kirine û ew gijgijandine.