Hewlêr (Rûdaw) – Piştî biryara guhertina peywirdaran a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) proseya cih veguhastinê dest pê kir.
PDK çend roj berê biryar dabû ku cihê hin peywirdaran biguherîne. Di vê çarçoveyê de ji wan guhertinan yek jî, Berpirsyariya Pêwendiyên Derve yên PDKê ye. Hêmin Hewramî peywira xwe ya ku bû 6 sal e bi cih tîne, radestî Hoşyar Sîweylî kir.
Hêmin Hewramî jî diçarçoveya guhertinên nava PDKê de bû şêwirmendê Serokê PDKê Mesûd Barzanî.
Hewramî ji Rûdawê re ragihand: “Niha qada siyasî li Herêma Kurdistanê guheriye. PDK naxwaze bi merakînzmên pêştir seredriyê ligel xwasteka siyasî ya niha ya Kurdistanê bike.
Hêmin Hewramî tekez jî kir: PDK dixwaze bi rêya wan guhertinan, xwe ligel wê rewşa siyasî ya nû biguncîne . Ev guhertin tenê di navan de nîne.
Herwiha PDK di liqên xwe yên li Hewlêr, Duhok û Kerkûkê de jî hin guhertin pêk anî.
Weke din hin saziyên medyayê yên PDKê dê werin girtin û hinek jî dê bi hev ve werin girêdan.
Tê gotin ku di qada leşkerî de, li Wezareta Pêşmerge jî hin guhertin dê pêk bên.
Kadroeyekî pilebilind ê PDKê Şahîn Heso Mîrxan diyar dike: “Beriya ku van guhertinan pêk bînin, lêkolîneke demdirêj hate kirin. Em hêvî dikin ku ev guhertin tenê li ser kesayetan nebe. Em bi hêvî ne ku li ser xebatên partiyê jî guhertin pêk bên.”
Di çarçoveya guhertinên nû yên nava PDKê de, biryar hatiye dan, ku Encumena Serkirdatiya PDKê li her du parêzgehên Duhok û Mûsilê were avakirin. Herwiha biryar e, PDK hin guhertinan di rêxistinên xwe yên li Silêmanî_helebce û Kerkûkê de jî bike.
Beriya salekê PDK 7 komîsyon amade kiribûn û piştî xebateke demdirêj, pêşniyara guhertina hin tiştan hatibû kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse