Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, ragihand ku Tirkiye li herêma Efrînê ‘hemû corên çekan ên qedexekirî bikar tîne’ û got: “Heta dawî emê li ber xwe bidin.”
Serkirdeyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo diyar kir ku hikûmeta Sûriyê heta niha ti gavek derbarê Efrînê de neavêtiye. Hemo eşkere kir ku eger şer wiha berdewam bike, dibe ku vekirina eniyên din ên şer jî gotûbêj bikin û biryara dawî dê li gor rewşê bê standin.
Li gor AFPê Sîpan Hemo di civîneke çapemeniyê de red kir ku heta niha hikûmetê rê dabe şervanên wan derbas bibin û got: “Rejîm tenê alîkariya mirovî dike.” Sîpan Hemo eşkere kir ku ligel daxwaza Encûmena Sivîl a Efrînê ji rejîmê bo parastina Efrînê ku beşek ji Sûriyê ye, lê heta niha ti gavek nehatiye avêtin.
Hemo wiha axifî: “Me qet red nekiriye ku hikûmet berevaniyê li serweriya xwe bike, lê daxwazên me yên siyasî hene û tişta li Efrînê çêdibe binpêkirina serweriya dewleta Sûriyê ye.”
Di warê leşkerî û hatina pêş a Artêşa Tirkiyê de jî Hemo, da zanîn ku heta niha ti pêşketinek çênebûye û ji sedî 60ê wan navçeyên çekdarên ser bi Tirkiyê kontrol kirine, ji aliyê leşkerî ve navçeyên mirî ne.
Serkirdeyê YPGê Sîpan Hemo bal kişan ser bikaranîna çekên qedexekirî û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye li Efrînê hemû corên çekên qedexekirî bikar tîne, ew di wê baweriyê de bûn ku şer dê zû bidawî bibe lê heta dawî jî emê li ber xwe bidin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse