Siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Partiya Ked a Gelan (HEP) Mahmut Alinak li bajarê Qersa Bakurê Kurdistanê li mala xwe ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Îro Pêncşemê 13yê Sibatê serê vê sibê polîsan bi ser mala nivîskar û siyasetmedarê kurd Mahmut Alinak de girtin.

Hat diyar kirin ku bi îdîaya “endamatiya rêxistinê” biryara desteserkirinê derbarê Alinak de hebûye.

Malbata Mahmut Alinak jî derbarê desteserkirina wî daxuyaniyek da ûtêde diyar kir ku ew 68 salî ye û cara 10mîn e dikeve girtîgehê.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Mahmut Alinak herî dawî di Çileya 2020an de bi tenê li dijî bêkartiyê, bihabûn û zordestiya desthilatdariya AKPê çalakiyeke protestoyê pêk anî bû.”

Herwiha li gor daxuyaniyê malbata Mahmut Alinak, wî gotiye: “Ji bo xelkê çav tirsandî bikin operasyoneke bi vî awayî dan destpêkirin. Ev cara cara 10mîn e dikevim girtîgehê. Di van mercan de li kesekî rewşenbîr nayê ku nekeve girtîgehê. Ez ji bo nobeta demokrasiyê dikevim girtîgehê. Bi xatirê we.”

Pêştir çend rojan pirtûka Mahmut Alinak a bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” hatibû qedexekirin û pişt re jî hatibû topkirin.