19 Photos
Li Hewlêr îro Şemiyê 13ê Sibata 2021an Pêncemîn Konferansa TEDx Nishtiman bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêve çû.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew kêfxweş îro ev derfet ji wî re hate dayîn biaxive û got: “Ez ji bo ragihandina piştevaniya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo we û hemû ciwanên welat hatim. Ez coş û geşbîniya we ya ji bo welat bi nirx dibînim.”
Foksa sereke derbarê karsazî û destpêkirina bazarên biçûk de bû.
Zêdetirî 600 kes di çalakiya TEDx Nishtiman beşdar bûn.
TEDx Nishtiman bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdaw birêve çû.
Foto: Bilind T. Abdullah