PAK: Şêx Seîd sembola rûmet û azadiya miletê Kurd e
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) salvegera destpêka serîhildana rêberê kurd Şêx Seîd bibîr anî û ragihand serhildana Şêx Seîd li dijî zilmê, nîşan û sembola rûmet û azadiya miletê Kurd bû.
Îro 96 sal di ser destpêkirina şoreşa Şêx Seîdê Pîran re ku li Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta Kemalîstan serhildan da destpêkirin, derbas dibin, lê belê serhildana wî serkevtî nebû û Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyê ve hatin bidarvekirin.
Bi helkefta 97emîn salvegera destpêka serhildana rêberê kurd Şêx Seîd, PAKê daxuyaniyeke bibîranînê da û têde dibêje: “Ew serhildana bi serokatîya Şêx Seîd pêk hat, di encamê de bi qetilkirina bi de hezaran Kurdan û bi şewitandin û wêrankirina bi sedan gundan di nav rûpelên dîrokê de cîhê xwe girt. Serhildana Şêx Seîd li dijî zilmê, nîşan û sembola rûmet û azadîya miletê Kurd bû.
PAK, Şêx Seîd weke serokekî netewî, olî û civakî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê bi nav dike û radigihîne: “Ew agirê ku Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Ziya Beg û hevalên wan jibo azadîyê pêxistibûn, berdewamîyê agirê azadiyê yê ku sed sal beriya wan hatibû pêxistin bû û ew agir piştî wan jî nevemirî.”
“Serhildan li dijî siyaseta tunekirinê bû”
Di daxuyaniya xwe de PAK dibêje: “Serîhildan û Tevgera Kurd a bi serokatiya Şêx Seîd, li dijî siyaseta Dewleta Tirkiyê ya tunehesibandin û tunekirina miletê Kurd; nîşan û sembola rûmet û hebûna miletê Kurd bû, nîşana daxwaza azadiyê ya gelê Kurdistanê bû.”
Daxuyaniya PAKê wiha berdewam dike:
“Amadekarê Tevgera Kurd a 1925an Teşkîlata Azadiyê (Komîteya Îstîklalê) ye, ku serokê wê Xalid Begê Cibrî bû.
`Teşkîlata Azadiyê amadekariyên serhildanê dikir`
Teşkîlata Azadiyê amadekarîya xwe dikir da ku di Newroza 1925an, di roja 21ê Adara 1925an de, li Bakurê Kurdistanê serîhildanekê destpê bike.
Dewleta Tirkiyê bi vê amadekarî û xebata sîyasî, leşkerî, civakî ya jibo serîhildaneke berfireh ya Teşkîlata Azadîyê ya ji bo Azadîya Bakurê Kurdistanê hesîya .
Dewleta Tirkiyê, ji bo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de ewilî Yusuf Ziya Beg ê ku yek ji rêvebirê Tevgera Azadiyê bû girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de jî Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkiyê herdu rêberên Kurdan şandin Hefsa Bedlîsê. Di eynî wextê de Dewleta Tirkiyê ji bo îfade wergirtina wî, bangî Şêx Seîd dike. Lê Şêx Seîd efendî neçû îfade neda. Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg, ji bo ku bikaribe ji her devere gelê Kurdistanê beşdarî serîhildanê bibe Şêx Seîd xebateke berfireh destpê kir.
Dewleta Tirkiyê jibo ku bikaribe amadekarîyên serîhildanê pûç bike, beravêtî bike; lêxebitî ku serîhildanê bê amadeyî û ji wexta xwe zûtir bide destpê kirin.
`Serhildan ji dema xwe pêştir hat destpêkirin`
Di roja 13yê Sibata 1925an de di demeke ku Şêx Seîd tê Pîranê, leşkerên Dewleta Tirkiyê dora wê mala ku Şêx Seîd û hevalên xwe lê dimînin digirin. Leşkerên Dewleta Tirkiyê dibêjin ‘Hinek kesên qeçax, mehkûm li malê ne,divê hûn wan teslîmî me bikin’. Helbete ev kiryara Dewleta Tirkiyê dibe sebep ku şerekî mezin li wê derê derkeve û serîhildana Şêx Seîd bi vî rengî, ji wexta ku hatibû plan kirin zûtir û bi bê amadeyî destpê dibe.
`Gelek bajar ketin di destê Kurdan de``
Di demeke kurt de serîhildan li gelek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê belav bû. Gelek bajarên Kurdistanê ketin destê Kurdan. Li van bajaran îdareyên Kurdî hatin danîn.û amadekarîya êrişekê mezin ya ji bo bidestxistina Bajarê Diyarbekirê hate kirin.
Hêzên Kurdan di roja 21ê Adar a 1925an de dora Diyarbekirê girtin. 5 Rojan şerekî giran di nevbera Dewleta Tirkiyê û hêzên Kurdan de çêbû. Lê mixabin ew hêzên Kurdan yên ku ketibûn nav bajarê Dîyarbekirê şikesteke mezin xwarin û mecbûr man ku ji nav bajêr derkevin.
`Qanûna Takrîrî Sukun hate derxistin`
Di heman demê de Dewleta Tirkiyê li cîhê Fethî Okyar, bi Serokwezîrtîya Îsmet Înonu Hikûmeteke nû wazîfedar kir. Herweha Qanûna Takrîrî Sukun hate derxistin û Mehkemeyên Şark îstîklal ê hatin damezrandin.
Piştî Newroza 1925an hêzên Kurdî li gelek deveran paşve kişiyan.
Şêx Seîd jî ji bo ku bikaribe hêzên xwe biser hev bîne, paş vekişîya.
`Şêx Seîd radestî Tirkiyê hat kirin`
Di roja 14yê Nîsana 1925an de Milazim Qasim (Binbaşi Qasim) ê hevlingê Şêx Seîd, Şêx Seîd û hevalên wî, li ser Pira Abdurahman Paşa ya ku li ser Çemê Mûradê ye, xistin kemînekê û li wê derê Şêx Seîd û hevalên wî teslîmî Dewleta Tirkiyê kirin.
Di eynî rojê de, li gorî biryara Dîwana Herbê ya Dewleta Tirkiyê, di roja 14yê Nîsana 1925an de, Dewleta Tirkiyê li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg kuştin. Xalid Begê Cibrî hate gulebaran kirin; Yusuf Ziya Beg jî hate darvekirin.
Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin hefskirin û di Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqê ya Dewleta Tirkiyê de bi awayekî bêhiqûqî hatin darizandin. Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqê, Mehkemeyeke ku bitaybetî ji bo şerî hatibû damezrandin û armanca wê jî kurştin û tune kirina rêberên Kurdan bû.
`Dadgehê derbarê Şêx Seîd û hevalên wî de biryara darvekirinê da`
Şêx Seîd û 46 hevalên wî , di roja 14yê Nîsana 1925an de hatin girtin, Mehkemeya Îstîklalê ya Şerqe di derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de, di roja 28ê Hezîrana 1925an de biryara darve kirinê da. Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê li Qada Derîyê Çiyayî (Dag Kapi Meydani), di roja 29ê Hezîrana 1925an de, ji nîvê şevê şûnda, di navbera seet: 01.00 heta 06.00an de, li ber çavên xelkê ku ji alîyê Dewleta Tirkiyê ve bi taybetî li wê Qadê hetibûn komkirin, li Amedê hatin darve kirin.
Dewleta Tirkiyê , heta îro jî cîhê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî veşartî hiştîne, nîşanî malbatên wan nekirine.
`Têkoşîn berdewam e`
Ew agirê ku Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg jibo azadîyê pêxistibûn netemirî; li her çar perçeyên Kurdistanê jî agirê azadîyê bi xebat û têkoşîneke bibedelên mezin berdewam kir.
Vê têkoşîna ku bi dehan salane didome, îro li Başûrê Kurdistanê bi hildana Alaya Kurdistanê ya li ser Parlamentoya Kurdistanê behrema xwe daye. Li Rojavayê Kurdistanê gelê me jibo destkeftinên xwe bipêrêze û jibo destkeftinên nû bidestbixe têdikoşe. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî agirê azadiyê di astên cuda û bi şêweyên cuda bêwestan pedikeve.
Têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûnê dê heta ku bigihêje armanca xwe bêwestan dê dom bike.
Di 97emîn salvegera destpêka serîhildanê de em Şêx Seîd efendî, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û û hemû rêvebir û beşdarên serîhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.
Dewleta Tirkiyê divê cîhê mezelê Şêx Seîd û 46 hevalên wî , cîhê mezelen yên Seyîd Riza û hevalên wî û yê Seîdê Kurdî aşkere bike.”