25 Photos
Bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ku navenda erdheja 6ê Sibatê ya bi pileya 7.8 bû, ji aliyê canî û malî ve yek ji wan deverên ku herî zêde zirar dîtiye.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi şev û roj dixebitin da ku kesên di bin kavilan de asê mane derxînin, hin ji wan hîn jî sax in piştî nêzîkî heft rojan û mirovên wan li ber wan kavilan li hêviya xebereke xêrê ne.
Hin xizmên qurbaniyan ji tîmên lêgerîn û rizgarkirinê re duayan dikin, ji bo ku mirovên wan bi saxî ji bin kavilan derxînin.