Li Kobaniyê 72 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane
Hewlêr (Rûdaw) - Dengê zengila dibistanên Kobaniyê nayê bihîstin, vê carê ne ji ber bêhnvedanê ye.
Dorpêçê deriyê zanistê li ber hezaran zarokan girtiye. Polên ku divê bi dengê xwendekaran şên bûbûna, niha bûne stargehên koçberan.
Li herêmê 572 dibistan hatine girtin û zêdetirî 70 hezar xwendekar ji polên xwe dûr ketine.
Êrişên komên çekdar ên li çoltera bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê li gel dorpêçeke tund bûne sedema girtina bi sedan dibistanan.
Hevseroka Birêvebiriya Dibistanên Kobaniyê Ezîze Îsmaîlê diyar kir ku bûyerên dawî bandoreke neyînî li pergala perwerdeyê kiriye.
Ezîze Îsmaîlê anî ziman ku ji ber koçberbûna xelkê herêmê û şer û pevçûnên ku didomin, koçber li nav dibistanên bajarê Kobaniyê hatine bicihkirin û got:
"Tevî ku me hewl da cihên alternatîf ji bo koçberan bibînin, ji ber hejmara zêde me nekarî.
Rewşa mirovî ya xirab em neçar kirin ku wan li nav dibistanan bihêlin."
4 hezar û 100 mamoste ji karê xwe dûr ketin
Ev alozî di bêhnvedana nîvê sala xwendinê de çêbû.
Xwendekaran 15ê Kanûna Paşîn ezmûnên xwe yên demsala yekem kiribûn.
Biryar bû ku 25ê heman mehê demsala duyem dest pê bike lê belê ji ber êrişan û pêla koçberiyê xwendekar li malên xwe man.
Her wiha 4 hezar û 100 mamoste û karmendên sektora perwerdeyê jî ji erkên xwe dûr ketin.
Bandora neyînî ya li ser xwendekaran
Ezîze Îsmaîlê bal kişand ser astengiyan û anî ziman:
"Hebûna koçberan a di dibistanan de ji ber rewşa mirovî ya dijwar li ber me astengiyê çêdike.
Ev nahêle em pêvajoya perwerdeyê bişopînin.
Ev yek jî gelek bandorên neyînî yên derûnî, perwerdeyî û civakî li ser xwendekaran dike."
Li gorî amarên Birêvebiriya Dibistanan a Kobaniyê, ji ber dagirkirina gundan a ji aliyê komên çekdar ve û dorpêça li ser Kobaniyê, deriyê 572 dibistanan hatine girtin.
Di vê pêvajoyê de 72 hezar xwendekar ji mafê perwerdeyê bêpar mane.