Dilşad Şehab: Beşdariya Nêçîrvan Barzanî çend wateyên girîng dihewîne
Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya li Almanyayê bi beşdariya 50 serok û serokwezîr û berpirsên 150 welatan dest pê dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di nav beşdaran de ye.
Biryar e Nêçîrvan Barzanî di sê rojên konferansê de bi gelek berpirsên cîhanê re bicive.
Ew dê li ser mijarên germ û pêgeha Kurdistanê ya di parastina aştiya cîhanî de dan û standinan bike.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku ev cara heftemîn e ku Serokê Herêmê beşdarî vê konferansê dibe û got:
"Ev amadebûn di demekê de ye ku mijara ewlehiyê pirsgirêka herî mezin li pêşiya cîhanê ye."
Dilşad Şehab bal kişand ser rewşa herêmê û anî ziman:
"Rojhilata Navîn di nav pirsgirêkên mezin re derbas dibe.
Metirsiya şerekî mezin heye. Guherînên mezin çêdibin û gefa terorê didome.
Îraq bi xwe di rewşeke gelekî hestyar de ye û li pêşiya wê gelek astengî hene.
Beşdariya Nêçîrvan Barzanî çend wateyên girîng dihewîne."
Şehab her wiha eşkere kir ku îsal mijareke nû heye ku ew jî veguhastina bi hezaran girtiyên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ber bi Îraqê ve ye.
Wekî her sal, Serokwezîrê Almanyayê bi gotarekê derbarê metirsiyên ewlehiyê yên li ser Ewropa û cîhanê, deriyê konferansê vedike.
'Em di destpêka serdemeke nû de ne'
Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Wolfgang Ischinger anî ziman ku cîhan di dawiya serdemekê û destpêka serdemeke nû de ye û da zanîn:
"Gelo em Ewropî dikarin di paşerojê de jî pişta xwe bi Amerîkayê germ bikin?
Ewropa dê çawa berjewendiyên xwe biparêze dema ku hêzên mezin ên wekî Amerîka, Çîn û Rûsyayê dixwazin daxwazên xwe bi darê zorê bisepînin?"
Çav li ser Marco Rubio ne
Yekîtiya Ewropayê bi dilgiranî li benda gotara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ye ku di heman demê de Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê ye.
Berpirsên Ewropayê bawer dikin ku ji ber polîtîkayên Trump, pergala cîhanî di bin metirsiya hilweşînê de ye.
Îsal çavên hemû cîhanê li ser Munîhê ne.
Ji bilî aloziyên li Rojhilata Navîn û şerê Ukraynayê, polîtîkayên Amerîkayê yên serdema Trump ji bo Yekîtiya Ewropayê bûne metirsiyeke nû.