Evîn Încîr: Divê Yekîtiya Ewropayê rasterast alîkariya Kurdan bike
Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîrê ragihand, heta ku mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de neyên çespandin, ew baweriyê bi Şamê nayîne. Încîr got, “Hevkarên min ên parlamenter ji cil û bergên min ên Kurdî gelekî hez kirin.”
Evînê bi salan e li Parlamentoya Ewropayê wekî parlamenterekê dengê hemû parçeyên Kurdistanê ye. Di kîjan parçeyî de tengasiyek hebe, Evîn li Bruksel û Strasbourgê salonên parlamentoyê dihejîne. Van rojan jî ji bo Rojavayê Kurdistanê heman tişt kir; ne tenê bi cil û bergên Kurdan û Alaya Kurdistanê behsa êş û azarên Rojavayê Kurdistanê kir, her wiha li gel hevkarên xwe yên parlamenter bûn sedem ku biryarek ji bo piştgiriya mana Rojavayê Kurdistanê, berdewamiya agirbestê û gihandina alîkariyan were derxistin.
Evîn Încîr li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji zarokatiya xwe ve li Swêdê dijî û yek ji serkirdeyên diyar ên Sosyal Demokratan e.
Beriya derçûna biryara piştgiriya Parlamentoya Ewropayê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê û piştî derçûnê jî, Rûdawê li gel Evîn Încîrê hevpeyvînek kir.
Di vê hevpeyvînê de Evîn Încîr behsa wê yekê dike ku hevkarên wê yên parlamenter li ser cil û bergên wê yên Kurdan û Ala Kurdistanê çi gotine. Ew venaveşêre ku ti baweriya wê bi hikûmeta niha ya Sûriyeyê nîne û behsa wan xebatan dike ku dê piştî biryarê bikin.
Evînê ji Rûdawê re behsa êşa Kurdên li diasporayê jî kir û got, “Ewa ku her yek ji me li welatekî Ewropayê ne, ne ji ber wê ye ku dayîk û bavên me sibehê ji xew rabûne û wan biryar daye Kurdistanê bi terikînin, belkî ji ber tepeserkirina me bûye.”
Rûdaw: Evîn Încîr Xan ez dizanim Kurmanciya te baş e...
Evîn Încîr: (Bi ken) Gelekî spas...
Rûdaw: Bes me soz da ye ku em hevpeyvîna xwe ya li ser mijarên siyasî bi Îngilîzî bikin lê beriya wê, vîdeoyeke te van rojan gelekî belav bûye. Li nav parlamentoyê te cil û bergên ciwan ên Kurdan li xwe kirine. Her wiha Alaya Kurdistanê jî bilind dikî. Ew peyama ku te dixwest bigihînî, ji bo wê bû ku Kurd te bibînin û bizanibin tu piştgiriya wan dikî yan te dixwest Ewropî û hevkarên te wê bibînin?
Evîn Încîr: Rast e, ji bo min bi Îngilîzî hêsantir e û ez dikarim zelaltir li ser hinek mijaran biaxivim. Ewa ku min cil û bergên Kurdan di nîqaşên parlamentoyê de li xwe kirin û Alaya Kurdistanê nîşan da, hem ji bo Kurdan bû û hem jî ji bo Ewropiyan bû. Çimkî cil û bergên Kurdan û Alaya Kurdistanê sembolên yekcar giring in. Ev sembol in ku bindestî dîtine û bi salan e Kurd azadiyê dixwazin. Tiştê ku Kurd dixwazin, heman ew maf in ku hemû xelkên din hene. Divê mafên mirovan ji bo Kurdan jî bên qebûlkirin. Dema mirov li her çar parçeyên Kurdistanê dinêre, li Başûr niha rewşa Kurdan baş e lê li Rojhilat, Rojava û Bakur rewş bi yekcarî gelekî xirab e. Zêdetirî 30 milyon Kurd niha bindest in. Ev jî nabe were qebûlkirin. Eger xelkên din wisa bûna, dinya dê rabûya ser pêyan û bigota: Bes e, êdî bes e.
Rûdaw: Te diyasporaya Kurdan dît ku van rojan çawa piştgirî da Rojavayê Kurdistanê?
Evîn Încîr: Belê, min dît, rast e.
Rûdaw: Tu bi salan e Parlamentera Ewropayê yî, te qet ew piştgiriya mezin a Kurdan dîtiye ku di nav diyasporaya Kurdan de ji bo tengasiyeke li ser Kurdistanê çêbibe?
Evîn Încîr: Di wan 42 salên temenê xwe de cara ewil e ez wê yekîtiya nav Kurdan dibînim. Ev gelekî giring e ku hat nîşandan Kurd ne 4 parçe ne belkî yek in. Ji Bakur heta Başûr, Rojhilat û Rojava hemû bi hev re li ser pêyan in ji bo mafên me.
Rûdaw: Were em behsa agirbesta li Rojavayê Kurdistanê bikin. Nêrîna te li ser tiştê niha heye çi ye? Tu bawer dikî ku ev agirbest berdewam bike?
Evîn Încîr: Agirbest ji bo wê giring e da ku em piştrast bin xelkê sivîl nayê kuştin. Agirbest wê çaxê giring e ku hemû alî û bi taybetî jî rejîm rêzê li rêkeftinê bigire. Ewa ku dibêjin bila têgihîştin hebe, temam e û rêza me gelekî jê re heye lê agirbest û lihevkirin wekî wê giring in ku divê Kurd bibin xwedî mafên xwe. Ewa ku ew rejîm wekî soz daye Kurdan tiştekî mezin nîne. Ew soza dayîna mafên herî seretayî didin lêbelê ev jî pêwîstî bi dan û standinê hebû ji bo ku bêjin em rêzê li wan mafên Kurdan digirin. Dê bixin nav destûrê jî ku mafê Kurdan heye zimanê xwe bi kar bînin. Bi nêrîna min divabû ev cûre maf ji mêj ve hebûna û tiştên asayî bûna. Ez hêvîdar im ew rêzê li agirbestê bigirin lê gelekî giring e jî ku karvedana civaka navneteweyî li ser vê yekê dê çi be. Li vir jî Yekîtiya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê rola wan di vê de heye.
Rûdaw: Naxwe tu her hêvîdar î û hîn piştrastbûn ne pêwîst e?
Evîn Încîr: Bê guman piştrastbûn ne pêwîst e bawerî bi wan nayê. Çimkî berê jî rêkeftin hebûn û rejîma Şamê rêz li wan negirtiye. Yek berê di meha yekê ya îsal de hat kirin. Yek sala 2024an hat kirin. Dîrok dibêje wan ti tişt di dema xwe de nekiriye û bi kiryar tiştek nehatiye nîşandan.
Rûdaw: Amerîka û Fransa garantiya siyasî ya agirbestê û qonaxa veguhastinê û wê yekê ne ku jê re dibêjin lihevkirin. Her wiha vê hefteyê li Amerîkayê li ser Rojava nîqaş hatin kirin. Li vir jî hûn li parlamentoyê deng li ser biryarekê didin. Tevî van hemûyan jî, tu her dibêjî hîn piştrastî nîne?
Evîn Încîr: Ji bo min ew dem piştrastî heye ku ez bibînim bi kiryar rêz li rêkeftinê hatiye girtin. Eger ez bibînim di destûrê de hatiye nivîsandin ku zimanê Kurdî zimanê naskirî yê welêt e ku çanda Kurdî hatiye naskirin, wê çaxê ez dibêjim baweriya min bi rejîma Sûriyeyê heye. Heta wê demê divê em li Yekîtiya Ewropayê û hevpeymanên me û Amerîka zextê li rejîma Sûriyeyê bikin da ku rêzê li rêkeftinan bigirin.
Rûdaw: Ez bi hinek parlamenterên din ên Ewropayê re jî axivîm. Her wiha min nîqaş jî şopandin. Min guh da hinek ji wan parlamenteran bû digotin bila em şansekî bidin vê hikûmetê, wate hikûmeta nû ya Sûriyeyê. Ji bo ku xwe biselmîne û nîşan bide ne ew qasî xirab e ku tê fikirîn. Çima tu ew qasî bi guman î ji hikûmeta niha ya Sûriyeyê?
Evîn Încîr: Me şans daye wan. Heta bi wê yekê jî ku me pêşwazî li wê rêkeftina niha kir lê dîrokê nîşanî me daye ku nabe em xweş bawer bin. Tişt nabe, em şansê didin lê em nabin xweş bawer. Divê wî şansê hatiye dayîn bi kiryarên xwe nîşanî me bide ku dike. Wate divê rêkeftin bibin kiryar. Wekî min got berê jî rêkeftin hebûn û rejîmê rêz lê negirtiye. Çimkî eger rêz lê bigirtana, me komkujiya Kurdan û pêkhateyên din heta di çend hefteyên borî de nedidît. Ev çênedibû. Ji ber wê ez pêşwaziyê li biryara rêkeftinê dikim. Hêvîdar im ev bi rastî bidawîbûna li tepeserkirinê be lê wê çaxê ez baweriyê pê dikim ku bi kiryar bikin.
Rûdaw: Tu Kurd î û li vê parlamentoyê û li derve jî bi salan e parastina mafên Kurdan dikî. Ez dizanim gelek caran te hest kiriye ku tu di vê de bi tenê yî. Piştî nîqaşa vê hefteyê û biryara parlamentoyê ya li ser Rojava, tu hest dikî ku êdî ne tenê yî û gelek hevalên me hene?
Evîn Încîr: Ez Kurd im, Swêdî me jî. Her wiha Sosyal Demokrat im lê wekî Kurdekê bê guman ew ezmûn û azara min bi xwe re hilgirtiye ku piraniya Kurdan bi xwe re hilgirtiye. Ezmûna tepeserkirinê ye. Piraniya me ku li welatên cuda yên Ewropayê dijîn, ne ji ber wê yekê li wan welatên cuda dijîn çimkî dayîk û bavên me rojekê ji xew rabûn û wan gotiye werin em Kurdistanê biterikînin. Belkî ji ber destê serkutkirinê li Kurdistanê derketine ku hebû û niha jî berdewam dike. Hinek caran min hest kiriye ew astengiyek e ku ez ji wan kesên paşxana wan a Kurdan nîne û koka wan a Kurdî nîne re bidim fêmkirin ku Pirsgirêka Kurdan çi qasî cidî ye. Ev diltezîn e ku pêwîst e karesat li pey karesatê rû bide da ku fêm bikin. Min wisa bawer dikir piştî ku Kurdan bihêza xwe nîşan da, dema ku ne tenê xwe, belkî Yekîtiya Ewropayê û hemû kes li cîhanê bi şerê li dijî DAIŞê parast, wê çaxê min wisa bawer dikir êdî dinya dizane. Dinya êdî çavên xwe li hemberî Kurdan nagire lê ez şaş bûm. Ji ber vê ev xebateke berdewam dike û divê em dewam bikin. Divê em ronahiyê bixin ser rewşa Kurdistanê heta ku hemû parçeyên wê tên naskirin.
Rûdaw: Werin em vegerin ser bilindkirina Alaya Kurdistanê li nav parlamentoyê. Karvedana hevkarên te piştî wê çi bû?
Evîn Încîr: Dema ez çûm salona civînê û cilên Kurdan li ser min bûn, gelek parlamenter û xelkê din li vir karvedana wan hebû. Digotin cilên gelekî ciwan in. Bê guman min jî ji wan re behs dikir ku ev cil û bergên Kurdan in. Çimkî gelek kes li vir li parlamentoyê hem endam û hem jî yên din qet cil û bergên Kurdan nedîtine. Ji ber vê peyameke giring bû ji bo ku bêjim Kurd zimanê wan ê xweser û çanda wan a xweser û alaya wan a xweser heye.
Rûdaw: Piştî biryara parlamentoyê, divê Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoyê çi din bike?
Evîn Încîr: Divê em wisa bikin ku her welatekî endam li Yekîtiya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê jî her santîmeke ku dişîne ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, divê bi merc be. Divê were gotin mafê wan heye wî pereyê çawa xerc bikin. Eger ew yek nekirin, divê yekser pere ji wan were standin. Ev ji aliyê piştgiriya darayî ve. Her wiha divê em piştgiriya Kurdan bikin li herêma Rojava. Bi taybetî jî ku niha qeyraneke mirovî heye. Ev ne tenê li Kobaniyê ye ku hîn jî di bin dorpêçê de ye.
Rûdaw: Tişta ku dibe sedema dilgiraniyê, wekî nimûne li Swêdê ku niha welatê te yê yekem e, we bi salan gelekî piştgiriya ezmûna Rojava dikir. Piştî meseleya endambûna we li NATOyê, hemû tişt hat guhertin. Swêd bû Swêdeke gelekî cuda ji bo Rojava. Gelek Kurdên din jî wekî min dilgiran in ku dibe ji nişka ve li vir jî bal were guhertin û êdî pişta Kurdan neyê girtin. Tu jî ji bo vê dilgiran î?
Evîn Încîr: Ji xwe Norwec jî endama NATOyê ye lê welatekî pêşketinxwaz e û rola wê ya serkêşiyê heye di rêzgirtina li yasaya navneteweyî de, bi mafên Kurdan ve jî. Hêdî hêdî jî wisa lê hatiye ew rola serkêşiyê di piştgiriya Kurdan de dilîzin. Ji ber vê ew mesele merc nîne pêwendiya wê bi endamtiya di NATOyê de hebe lê endametî di NATOyê de nabe bi ti awayî bibe asteng li pêşiya ti welatî ji bo ku ji bo mafên her gelekî dengê xwe bilind bikin û were bihîstin. Bi gelê Kurd ve jî. Her wiha em endamên Yekîtiya Ewropayê ne. Ev der jî platformek e ji bo bilindkirina dengê me ji bo parastina mafên Kurdan. Ez wisa bawer dikim Yekîtiya Ewropayê jî wê yekê nake ku pêwîst e bike. Ji ber vê mesele ne ew e ku tu di NATOyê de yî yan li Yekîtiya Ewropayê, belkî ew e ku çend ew mijar bi giring tê zanîn.
Rûdaw: Naxwe tu jî wisa bawer dikî dibe ku di paşerojê de giringiya mijara Kurdan were guhertin û dîsa Kurd werin jibîrkirin?
Evîn Încîr: Giringîdan dikare ji bo her mijarekê yan her gelekî were guhertin lê erka me wekî parlamenteran ew e ku em bi berdewamî balê bikişînin ser Kurdan. Heta wê roja ku hemû Kurd dikarin di bin siya aştî û azadiyê de û bi serbilindî û demokratîk bijîn.
Rûdaw: Naxwe tu bawer dikî ku piştgiriya berdewam a li nav Parlamentoya Ewropayê ji bo doza Kurdan li Rojhilata Navîn dimîne?
Evîn Încîr: Biryara parlamentoyê xalên gelekî giring tê de ne. Yek jê piştgiriya li xweseriya Rojava ye, yeka din bimerckirina alîkariyan e, her wiha gihandina alîkariyan e, gelek xalên din jî tê de ne ku min û gelek Kurdên din û rêxistinên parastina mafên mirovan daxwaz dikir.
Rûdaw: Bi merckirin gotineke ciwan e, li ser kaxezê ye û yasayek e lê çi mekanîzmayek heye ji bo çavdêriya wê tişta ku li wir diqewime?
Evîn Încîr: Bi merckirin ne tenê gotineke ciwan e. Belkî ew e jî ku em ti pereyê welatiyên xwe yên bacdêr di wê yekê de xerc nakin ku rejîmekê bihêz bikin li dijî yekî din. Eger em pereyên zêde bidin dewletekê yan hikûmetekê yan her lîstikvanekî din, piştî wê jî haya me jê nebe ku ew pere çawa tê bikaranîn. Yan were bikaranîn ji bo bihêzkirina xwe, di demekê de ku xelkê din diçewisînin, ew bi wê wateyê ye ku em bi awayê otomatîkî beşdariyê dikin di çewisandinê de. Ji ber vê bi merckirin giring e. Çimkî ji wan re dibêjî em alîkariya te dikin lê em wan tiştan dixwazin lê ji bilî wê bi merckirinê, em Ewropî pêwîst e bi awayê rasterast jî alîkariya Kurdan bikin.
Rûdaw: Eger tu peyamekê bişînî ji bo ciwanên Kurd, ewil ji bo keçan û piştî wê ji bo kurên me, tu dixwazî çi ji wan re bêjî?
Evîn Încîr: Dibêjim hûn wêrek in. Rabûn û serkeftinê bidomînin. Bizanin dengê we li nav vê parlamentoyê tê bihîstin. Ewên ku red bikin bibihîzin jî, em dibihîzin û hemû hevkarên min ên din ku dibihîzin wisa dikin deng didin. Heta wê dema ku hemû endamekî Parlamentoya Ewropayê û aliyê din ê Ewropayê jî bibihîzin.