Nivîsa fermî ya Parêzgarê Hisîçayê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê mersûmek (nivîsa fermî) ji bo destnîşankirina parêzgarê Hişîçayê (Hesekê) derxist.

Li gorî nivîsa bi hejmar 30î ya sala 2026an ku ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hatiye îmzekirin, biryar hat dayîn ku Nûredîn Ehmed Îsa bibe parêzgarê nû yê Hisîçayê.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku HSDyê 30ê Kanûna Paşîn a 2026an naveroka rêkeftineke xwe ya li gel hikûmeta Sûriyeyê ragihandibû.

Di yekê ji xalên wê rêkeftinê de hatibû diyarkirin ku dê mersûmeke serokatiyê ji bo diyarkirina parêzgarekî nû ji bo Hisîçayê were derxistin.

Li gorî naveroka mersûmê, biryara destnîşankirina parêzgarê nû dê ji roja derçûna wê, (12ê Sibata 2026an) bikeve meriyetê.

Nûredîn Îsa 4ê vê mehê ji Rûdawê re behsa planên xwe yên paşerojê yên ji bo birêvebirina parêzgehê kiribû.

Wî ragihandibû ku ew niha ketine qonaxeke nû ya xweberêvebirinê û ev cara yekê ye ku parêzgeh ji aliyê Kurdekî ve tê birêvebirin û gotibû:

"Pêwîst e em bi fedakarî kar bikin û hemû enerjiya xwe bi kar bînin,da ku em xizmetê ji gelê xwe re bikin."