Li Erdexanê ji ber berfê rê li barhilgiran hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, li ser rêya Tirkgozî-Posof-Damalê ji ber berf û bagerê destûr nayê dayîn ku barhilgirên bêzincîr derbas bibin.

Çend roj in li cihên bilind ên parêzgeha Erdexanê berf û bager bandora xwe didomîne.

Vê yekê çûn û hatin li herêmê asteng kiriye.

Hat ragihandin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, devera Ilgarê ya li ser rêya Turkgozu-Posof-Damalê ji bo derbasbûna barhilgirên bêzincîr hat girtin.

Ev rê ber bi Deriyê Gumrukê yê Turkgozuyê ve diçe.

Her wiha tîmên erkdar li ser rêyên ku berf û bager lê bi bandor e, xebatên paqijkirina berfê dane destpêkirin.

Tîm hewl didin ku rêyan ji bo çûn û hatinê vekin.