Serokwezîrê Libnanê: Aramiya herêmê xema Libnan û Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ji Rûdawê re axivî.

Newaf Selam bal kişand ser metirsiya şerê li herêmê û diyar kir ku ew û Herêma Kurdistanê di mijara aramiyê de xwedî heman armanc û berjewendiyan in.

Serokwezîrê Libnanê m ragihand ku 'xemeke hevpar' a welatê wî û Kurdistanê heye û hişyarî da ku eger şer çêbibe, ziyan dê bigihîje hemûyan kesî.

Newaf Selam got: "Xemeke me ya hevpar heye ku ew jî aramiya li herêmê ye.

Kes şerê li vê derê naxwaze û ziyan dê bigihîje hemû kesî. Ev ew armanc û berjewendiya hevpar e ku bi Herêma Kurdistanê re heye.”

Serokwezîrê Libnanê di berdewamiyê de civîna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re wekî "gelekî baş" wesifand û got: "Em her du jî ji rewşa herêmê gelekî dilgiran in û berjewendiya her du aliyan di wê yekê de ye ku rewşa herêmê aram bibe.

Em her du jî ji bo aramiya herêmê dixebitin."

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di civînê de her du aliyan pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Libnanê re û pêşketinên dawî yên rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê nirxandin.

Her du aliyan teqezî li ser xurtkirina hevkariyê di warên cuda de kirin, bi taybetî di warên ku di berjewendiya her du aliyan de ne.

Pêşhatên li herêmê hatin gotûbêjkirin

Her wiha girîngiya parastina aramî û ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn hat nirxandin û li ser bandora aloziyan a li ser rewşa mirovî û aborî ya herêmê dan û standin hat kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştî civînê li ser hesabê xwe yê Xê got:

"Min li kêleka Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam re hevdîtin kir, me behsa bihêzkirina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Libnanê re kir û derbarê pêşketinên herêmê de dan û standin kir."

Serokê Herêma Kurdistanê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûye û dê bi gelek serkirde û serokwezîrên welatên cîhanê re bicive.