BDPê navên mêvanên Newroza Amedê eşkere kir

13-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) – Komîteya Amadekar a Newroza îsal a Amedê, navên mêvanên Newroza îsal a bajarê Amedê eşkere kir. Di nav mêvanan de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî heye lê tê gotin hunermendê kurd Şivan Perwer bo Newroza Amedê nehatiye vexwendin.

Komîteya Amadekirina Newrozê derbarê bernameya roja 21ê Adarê Newroza Amedê de, li hotêa Lîlûzê ya Amedê civînek çapemeniyê li dar xist. Endamên Komîteya Amadekirina Newrozê û nûnerên rêxistinên sîvîl ên civakî tevlî civînê bûn.

Li salona konferansê ya hotêlê, pankartên tirkî-kurdî yên "Newroz Pîroz be" û "Rêberiya azad, Kurdistana azad" hat daliqandin. Piştî taştê li ser navê Komîteya Amadekirina Newrozê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û balkişand ser berxwedana Geziyê û ciwanê bi navê Berkîn Elvan ê ku ji aliyê polîs ve bi kapsûla bombeya gazê ji serê xwe de birîndar bibû û piştî 269 rojan di komayê de pêr jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.

Zumrut anî ziman ku pêvajoya ku bi Newroza 2013'an destpêkir û dê bi Newroza 2014'an bigihêje fînalê.

Piştî axaftina Zumrut, endamê Komîteya Amadekirina Newrozê û Berdevkî KESK'ê yê Berê Veysel Ozhektî daxuyanî da û diyar kir ku Newroz di serî de ji bo gelê kurd û ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya cejna berxwedan û azadiyê û wiha got: "Gelê kurd hêza berxwedanê ji agirê Newrozê digire û gelê kurd di Newrozê de dest bi serdemek nû ya têkoşînê kir. Rêberê PKK'ê birêz Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin lê ji ber ku zagon û gavek demokratîk nehat avêtin pêvajo pêşve neçû.”

Ozhektî, anî ziman ku êdî dema azadiya Ocalan hatiye û wiha got: "Dê di Newroza 2014'an de daxwaza gelê me ya bingehîn azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî be û Tirkiyeke demokratîk û Kurdistana azad be. Em weke hevparên KCD'ê ji bo yekitiya netewî bi rûhê berxwedan û azadiyê ji bo dîrokê ji nû ve binivisîne hemû gelê xwe vedixûnin Newroza Amedê."


Kesên ku hatine vexwedin


Kesên ku ji Rojava û Herêma Kurdistanê hatine hatine vexwedin wiha ne: Serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr, Hevseroka Giştî ya PYD'ê Asiya Ebdullah, Serokê Giştî yê Hizbî Zahmetkeşan Belên Ebdullah, Serokê Partiya Çareseriya Demokratik a Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb, li ser navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Berhem Salih, Serokê berê Parlamentoya Kurdistanê Ersalan Bayîz, Serokê Giştî yê Hizbî Ayende ya Kurdistan Qadir Ezîz, li ser navê YNK'ê Mele Bextiyar, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Rêxerê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, li ser navê Bizutinewey Îslami li Kurdistan Osman Ebdulezîz, Hevserokê Gişti yê PYD'ê Salih Muslîm, li ser navê YNK'ê hevsera Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed.

Ji Ewropayê heta Afrîqayê seferberiya Newrozê


Ji alîyê din ve jî dê mêvanên ku ji Ewropayê û Efrîqayê bê wiha ne: "Siyasetmedarên partiyên başurê kurdistanê û rewşenbîr û hûnermend. Wezîrên Katonên Rojava, BASK û Siyasetmedarên partiyên Katalonyayê ( AMAÎUR, GEROA BAÎ, Aralar), Ji Serokatiya Senatoya Bolîvyayê Şandeya Parlementeran ya ji 5 kesên pêktê, Şandeya Partiya Çep ya Ewrupa, Akademîsyênên ji Belçîka, Elmanya û Afriqaya Başur, Ji Îtalyayê rêveberiyên herêmî, Sendiqa, Saziyên sîvîl ên civakî, 5 şandeyên rojnamevanan, Rêxistinên Piştevanî û Dostanî ya Firansayê, Şandeyên Rêxistinên Jinan ên Ewrupa, Şandeyên Rêxistinên Ciwanan ên Ewrupa, Endamên Parlementoyên Ewrupa, Şaredar û Parlementerên Netewî û yê Eyaletan yên Ewrûpa, Hiqûqnasên Navnetewî û nûnerên rêxistinên rojnamevanan."

Ji aliyekî din, li gorî medyaya Tirkiyê ku li ser zarê hevseroka BDPê ya Amedê Zubeyde Zumrut hatiye ragihandin, hunermendê kurd Şivan Perwer bo Newroz Amedê nehatiye vexwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst