Bernameya Newroza Stenbolê hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Hill Otal a li Stenbolê bernameya Newrozê ragihand ku 30 jê bajar, dê li 61 navendan bê pîrozkirin. Newroza Stenbolê dê li Yenîkapiyê be lê heta niha jî biryareke fermî nîne ka de rê pê bê dayîn an na!
Hevberdevkên HDKê Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu di kongreyeke rojnanemaniyê de bi amadebûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bernameya Newrozê eşkere kirin.
Li gor bernameya hatiye amadekirin, Newroza îsal dê di bin dirûşma “Em bi agirê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” bê birêve biçe.
Hevberdevka HDKê Îdîl Ugurlu di wê kongreya rojnamevanî de behsa girîngiya Newrozê kir û bi amajedan bi rewşa niha, ragihand, “dawiya her zivistanekê bihar e, dawiya faşîzm û zordariyê hilweşîn e.”
Herwiha Ugurlu bang li hemû “hêzên demokrasiyê, berxwedêr û aliyên ku têkoşîna maf, hiqûq û dadperweriyê birêve dibin” kir ku beşdarî ahengan bibin û Newrozê bi hev re pîroz bikin.
Ji bo ahenga pîrozbahiya Newroza Stenbolê roja 20/03/2021 hatiye destnîşankirin û serlêdan hatiye kirin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk heta niha jî bersiv bi Komîteya Amadekar a Newrozê nehatiye dayîn, lê amadekarî berdewam in
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê li Stenbolê Sedat Şenoglu li ser amadekiriyên Newrozê ji Rûdawê re ragihand, ew dixwazin hemû kedkar û xelkê Stenbolê li Yenîkapiyê kom bibin bo “azadî, wekhevî û dadperweriyê.”
Şenoglu tekez jî kir ku ew dê rêkarên xweparastina ji Coronayê li ber çav bigirin û bi wî awayî amadekariyên xwe bikin û ahenga Newrozê birêve bibin.